Accessibility links

Breaking News

Di Destên Wê de - Bihêzkirina Jinan li Amerîkaya Navendî


Dema ku jin serdikevin, hemû civak jê sûd werdigire, " Cîgira Serok Kamala Harris dibêje. Ji ber vê yekê hêzdarkirina jinan beşeke mezin ya stratejîya rêvebirîya Biden û Harrisê ye ji bo destnîşankirin û rakirina sedemên bingehîn yên koçberîya neqanûnî li Amerîkaya Navendî.

In Her Hands - Empowering Women in Central America
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:37 0:00
Direct link

Dema ku jin bi ser dikevin, hemû civak jê sûdê werdigire, " Cîgira Serok Kamala Harris dibêje. Jiber vê yekê hêzdarkirina jinan beşeke mezin ya stratejîya rêvebirîya Biden û Harris e ji bo destnîşankirin û rakirina sedemên bingehîn yên koçberîya neqanûnî li Amerîkaya Navendî.

Li ser mijara koçberîyê, Cîgira Serok Harris got, "Mirov naxwazin cî û warên xwe bihêlin. Û gava ku ew ji warên xwe derdikevin, ew bi gelemperî ji ber du sedeman e: Ew jiber zarerê direvin, yan jî ew nikarin pêdivîyên bingehîn yên xwe û malbata xwe çareser bikin."

Sala borî cîgira serok Harris bang kir û karsazî, kompanî û civaka sivîl vexwendin ku beşdarî rêvebirîya Amerîkayê bibin ji bo berfirehkirina veberhênan û tevlêbûna xwe digel bakurê Amerîkaya Navendî. Heta niha, banga Harris zêdetirî 3.2 mîlyar dolar sozên veberhênanê afirandine.

Cîgira Serok Harris di meha Hezîranê de bizavên nû ragihandin ku girîngîyê dide jinan. Hevkarîya jibo Amerîkaya Navendî, ku sazîyeke serbixwe, bêalî, û nehikûmî ye, bizava Di Destên Wê de destpê kir ku dê "jinan li bakurê Amerîkaya Navendî hêzdar bike, biparêze û perwerde bike."

Di çarçoveya vê bizavê de, hinek ji kompanî û rêxistinên ku bersiva Banga Çalakîyê dane, “Pabend in ji bo dîjîtalkirina karsazîyên jinan li herêmê, da ku jinan bi sîstema bankan ve girêdin, ku jin zêdetir beşdarî pîşesazîya çandinîyê bibin, jinan ji bo ewlehîya sîberî perwerde bikin û wan di nav kompanîyan de bidin pêş. Herwiha, stratejîya rêvebirîya me hevkarîya bi civaka sivîl jî dide nav xwe jibo kêmkirina tundûtîjîya li ser bingeha zayendî li herêmê," " Cîgira Serokî Harris got.

"Divê ev her du pêşitî bi hev re bimeşin. Jiber ku em dizanin bihêzkirina jinan di warê aborî da ne tenê dayîna kar e; ew li ser başkirina kalîteya jîyana wan e… Dema ku jin ne xwedîyê aramîya darayî bin… pêzanînên heyî nîşanî me didin ku pêkan e ku ew di têkilîyên destdirêjîyê de bimînin. Nebûna derfetan, çerxa tundûtîjîyê didomîne. Lê, dema ku derfeta jinan ya aborî hebe, em kêmbûna tundûtîjîya nav malê, kêmbûna tundûtîjîya zayendî, kêmbûna tundûtîjîya li ser bingeha zayendî dibînin.”

Plan ew e ku bi hevre sîstemek derfetê ji bo jinan li bakurê Amerîkaya Navendî were afirandin û alîkarîya avakirina parastina li dijî tundûtîjîyê bike.

Cîgira Serok Harris got, "Dema ku hun rewşa aborî ya jinan baş dikin, hun rewşa aborî ya malbatan, civaka wê û tevahîya nîveke cîhana me baş dikin." "Me gelek serketin bi dest xistin, lê ew tenê destpêk e. Û em pabend in ku em vê yekê bi cîh bînin.”

XS
SM
MD
LG