Accessibility links

Breaking News

Jibo Bîranîna Qirkirina Şengalê


3’ê Tebaxê salvegera 8’an ya êrîşa terorîstên DAIŞ’ê ser civaka Êzîdî li bakurê Îraqê ye. Di wê êrîşê de wan dixwest Êzîdîyan û çanda wan talan û wêran bikin.

In Memory of the Sinjar Massacre
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:06 0:00

3’ê Tebaxê salvegera 8’an ya êrîşa terorîstên DAIŞ’ê ser civaka Êzîdî li bakurê Îraqê ye. Di wê êrîşê de wan dixwest Êzîdîyan û çanda wan talan û wêran bikin. Hovîtîya wan bûyeran hem bû malwêrenîya civaka Êzîdî hem jî bû qonaxeke girîng ya şerê dijî DAIŞ’ê.

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de, terorîstên DAIŞ’ê êrîş bir ser bajarê Şengalê. Hejmara rûniştvanên Şengalê 90,000 kes bû, ku piranîya wan Êzîdî bûn û hejmareke biçûk ya Şîayan jî hebûn.

Êzîdî civakeke ne Misilman e. Jiber bawerîyên xwe, ew bi awayekî hovane ji alîyê DAIŞ’ê ve hatine armanc kirin û bi dirêjîya dîroka xwe ew hergav rastî êrîşên civakên din hatine.

Dema ku DAIŞ Şengal û gundên derdora wê kontrol kirin, wan demûdest cîhên pîroz yên Êzîdî wêran kirin û sivîlên Êzîdî kuştin. Bi hezaran kes, bi taybet mêr û kur, hatine kuştin û bi hezaran kesên din, bi taybet jin û keç hatin revandin û ji alîyê çekdarên DAIŞ’ê wekî koleyên seksî hatin bi kar anîn.

Ji nav 200,000 kesên ku ji malên xwe li bajêr û gundên derdorê revîyan, dora 50,000 kes xwe sipartin Çîyayê Şengalê. Ew li wir ji alîyê çekdarên DAIŞ’ê ve hatin dorpêç kirin. Di nav sê rojan de, bi dehan Êzîdî, ku bi piranî zarok bûn jiber tîbûnê mirin. Wan, Amerîka jî di nav de, peywendî bi malbatên xwe yên li seranserê cîhanê kir û banga alîkarîyê kir.

Di 4’ê Tebaxa 2014’an de Mîrê Êzîdîyan jibo alîkarîyê bang li rêberên cîhanê kir. Amerîka bersivdana wê bangê kir û êrîşên esmanî li dijî mîlîtanên DAIŞ’ê pêk anîn û ligel Îraqî û hevkarên din piştgirîya gihandina alîkarîya mirovahî yên wekî xwarin û avê bi rîya esmên pêşkêş kir.

Ev kiryara yekê bû ku rê li ber damezrandina koalisyona navnetewî ya têkbirina DAIŞ’ê vekir û bû destpêka bizava derxistina DAIŞ’ê ji Şengalê. Di nîvê Berfbarana 2014’an, hêzên Kurdan dest bi qonaxa yekê ya kempeyna derkirina DAIŞ’ ê ji Şengalê kir. Di 13’ê Mijdarê sala 2015’an de, rojeke piştî destpêkirina êrîşa qonaxa duyê, hêzên Kurdî û Êzîdî, bi piştgirîya êrîşên esmanî yên koalisyonê, Şengal bi tevahî ji kontrola DAIŞ’ê rizgar kir.

DAIŞ li Îraq û Sûrîyê hatiye têk birin, lê nehatiye jinav birin. Şer didome. Ew şerê şaristanî yê dijî hovîtîyê ye û ew yek li Şengalê bi awayê herî zelal hat nîşandan.

XS
SM
MD
LG