Accessibility links

Breaking News

Kiryarên Îranê yên Dijî Aramîyê, Pêdivîya Vegera Peymana Navokî Nîşan Dide


Welatên Yekbûyî yên Amerîka êrîşa dawî ya Îranê li dijî Herêma Kurdistana Îraqê "bi awayekî herî tund" şermezar dike.

Kiryarên Îranê yên Dijî Aramîyê, Pêdivîya Vegera Peymana Navokî Nîşan Dide
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:57 0:00

Welatên Yekbûyî yên Amerîka êrîşa dawî ya Îranê li dijî Herêma Kurdistana Îraqê "bi awayekî herî tund" şermezar dike. Nobedarên Şoreşa Îslamî ya Îranê bi eşkereyî berpirsîya êrîşê bi stûyê xwe ve girt û îdîa kir ku wê "binkeyên stratejîk" ên Îsraîlê kirin armanc.

Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê Amerîka Jake Sullivan di daxuyanîyekê de got bêyî ku çi rewayî hebe, ew êrîş hat encam dan. Wî nivîsandîye, Amerîka "li gel Serokwezîr Kazimî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî, radiweste, û vê êrîşa li ser serwerîya Îraqê û herêma wê ya Kurdistanê şermezar dike. Emê destekê bidin hikûmeta Îraqê jibo berpisyarkirina Îranê."

Di şahidîya dawî de li pêş civata Senatên Amerîkî, Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîka Jeneral Kenneth McKenzie got, "Îran gefa herî mezine li ser berjewendîyên Amerîka û ewlehîya herêma Rojhilata Navîn bi tevahî." Wî dîyar kir ku "bi rêka layenên Îran destekê dide wan, Îran ji Yemenê heta Nîvgirava Erebî û seranserî Îraq û Sûrîyê û Lubnanê, şer gerim dike." Jeneral McKenzie her wiha xema xwe dîyar kir "derbarê mezinbûna berçav di hejmar û karîgerîya hêza mûşekên balîstîk ya [Îranê] de, bernameya wê ya UAV, dronên wê yên dûr-dirêj, û programa mûşekên wê yên Cruise."

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price got ku çalakîyên Îranê yên dibin sedemê ne aramîyê li seranserî herêmê, ji wana êrîşa mûşekan a dawî li dijî Îraqê, bi zelalî nîşan dide ku çima vegera hevbeş a Îran û Amerîka ji bo peymana navokî, Plana Berfireh a Karên Hevbeş hem tê xwestin û hem jî lezgîn e. Wî got "her alozîya rastî me bibe û her alozîya ji Îranê wer, çi ji ber piştgirîya wê ji layenên dardest re be, piştgirîya wê ji komelên terorîst re be, bernameya wê ya mûşekên balîstîk be "dê rûbirûbûna bi Îranê re gelkê aloz bike eger bibe xwedîya çekê navokî."

Berdevkê Wezareta Derve Price got, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka bawer dike, "bi vegera dualî a li gorî Pilana Karê Hevbeş JCPOA, em dikarin sînûran danin û piştrast bin ji bernameya Navokî ya Îranê ku ti carî nikare çekê Navokî dirust bike."

"Yekem tiştê em bikin ew e ku bernameya Navokî ya Îranê dîsan bixin jêrdest, wê alozîyê ji ser maseyê hilîn in." Berdevkê Wezareta Derve got jî: "em bi hevbend û hevkarên xwe re karbikin... rûbirû tehlûkeya bin ku Îran bi awayekî karîger derdixe holê."

XS
SM
MD
LG