Accessibility links

Breaking News

Rêz li Jinên Îranî Hat Girtin; Rejîma Binpêkera Mafan Hat Ceza Kirin


Di 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan de, di 17emîn Xelatên Jinên Wêrek yên Navnetewî de, Balyoza Amerîka li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfield xelata yekem ya Koma Rûmetê ya Madeleine Albright ya Wezareta Derve ya Amerîkayê pêşkêşî jin û keçên xwepêşanderên Îranê kir.

Rêz li Jinên Îranî Hat Girtin; Rejîma Binpêkera Mafan Hat Ceza Kirin
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:58 0:00
Direct link

Di 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan de, di 17emîn Xelatên Jinên Wêrek yên Navnetewî de, Balyoza Amerîka li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfield xelata yekem ya Koma Rûmetê ya Madeleine Albright ya Wezareta Derve ya Amerîkayê pêşkêşî jin û keçên xwepêşanderên Îranê kir.

Greenfield got “Kesên ku piştî kuştina hovane ya Mahsa Emînî han daye me hemûyan. ... Di nav tax û polan de, ji avahiyên apartmanan û camên otomobîlan, xwepêşanderan li seranserê Îranê û li seranserê cîhanê stran gotin û govend gerandin, û komeka cîhanî ya daxwaza wekheviya zayendî û mafên mirovan dikin ava kirin.”

Balyoz Thomas-Greenfield bersiva hovane ya rejîmê destnîşan kir û got:

“Wan îşkence li xwepêşanderên aştiyane kirin. Bi deh hezaran kes girtin. Di êrîşên bi xwîn de Îranî bi giranî birîndar kirin û kuştin.”

Ji bo ku ew berpirsyar bihên girtin, Amerîkayê gera dehemîn ya ambargoyan ragihand ku rejîma Îranê dike armanc ji ber tepeserkirina xwenîşandanên aştiyane û girtina înternetê ji destpêka xwenîşandanên li seranserê welatî yên di meha Îlonê de.

Ambargo du karbidestên Îranî yên berpisyarên girtîgehan destnîşan dike - Elî Çarmehalî û Dariûş Baxşî - û herwiha du rêberên payebilind yên ewlehîyê yên Îranê; sê kompanyayên ku hêzên ewlehîyê yên Îranî dabîn dike û serokên van kompaniyan; û karbidestekî payebilind yê ewlehîyê.

Wezîrê Karên Derve Blinken di daxuyaniyekê de got ku destê her du karbidestên girtîgehê " di riftara xirab ya li dijî girtiyan ji alîyê hêzên ewlehiyê ve heye, di nav de bi rêya desthavêtin, îşkencekirin, anjî riftara din ya hovane û nemirovane, anjî ya biçûkxistinê."

Her du berpirsên ewlehiyê, fermandarê giştî yê artêşa Îranê Seyîd Ebdulrehîm Mûsewî û Fermandarê Supaya Pasdaran yê Parêzgeha Şahada ya li Ustanê Azerbaycana Rojava Hebîb Şahsûwarî ne. Hate îdîakirin ku hêzên Pasdaran yên di bin kontrola Şahsûwarî de bi awayekî rêkûpêk kes binçav kirine û îşkence kirine, û efserên artêşa Îranî yên di bin fermandariya Mûsewî de hatine ragihandin ku çekên otomatîk bikar anîne ku bi awayek bêcewazî gule li xwepêşanderan reşandine.

Ambargo ser Mehdî Amirî, Rêveberê Teknîkî yê Karûbarên Sîberî yê Serdozgeriya Giştî, hat sepandin ji ber rola wî ya navendî di hewlên rejîmê de ji bo astengkirina gihîştina înternetê.

Sê kompaniyên Îranî - Naji Pars, Enstîtuya Nacî Pars Emîn, û Entebah Gostar Sepehr, ligel serkirdayetiya wan – hatine destnîşan kirin ji ber ku wan rê daye tepeserkirina bi tundûtûjîyê ya ser xwepêşanderên aştiyane ji aliyê hêzên Ewlehîyê yên Îranê ve.

Amerîkayê got Brian Nelson, Alîkarê Wezîrê Xezîneyê ji bo Terorîzmê û Îstîxbarata Darayî "dê berdewam çalak be li dijî rejîmê, ku destdirêjî û tundûtûjiyê li dijî welatiyên xwe didomîne - bi taybetî jin û keçan."

XS
SM
MD
LG