Accessibility links

Breaking News

Hiştina Givaşên Ser Daişê


“Daiş û yên ku îlhamê jê werdigirin, bi berdewamî tevlî êrîşên hovane dibin, bi her awa û li her cihekî ku karibin,” balyozê Amerîka Jeffery DeLaurentis, mezinê rawêjkarên karûbarên sîyasî yên taybet li Neteweyên Yebûyî got.

Hiştina Givaşên Ser Daişê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:11 0:00

“Daiş û yên ku îlhamê jê werdigirin, bi berdewamî tevlî êrîşên hovane dibin, bi her awa û li her cihekî ku karibin.” Li gor balyozê Amerîka Jeffery DeLaurentis, mezinê rawêjkarên karûbarên sîyasî yên taybet li Neteweyên Yebûyî. Wî got,”Grûp hewl dide krîzên mirovahî bikar bîne, û welatîyên hejar bike endamên tund û radîkal û tevlî êrîşên dijî sivîlan bike.”

Vê dawîyê, hêzên Amerîkî li Sûrîyê operasyonek li dijî Daişê pêk anî û di encamê de serkirdeyê Daişê, Abu Îbrahîm al-Haşimî al-Qurayşî, ku her wiha bi navê Amîr Muhamed Se’îd Abdulrahman al-Mawla yan Hajî Abdulla tê nasîn, kuşt. Bi serkirdayetîya Abdullah, Daişê alîkarîyên madî gihandin şaxê xwe yê Afghanistanê, Daişa Khorasanê, ku berpirs bû di ber êrîşa mirdar ya firokxaneya Hamid Karzay de û bêhtirî 130 sivîl û 18 endamên erka Amerîkî li wir kuştin.

Berdêla hovîtîya Daişê ew trajedîya mirovahî ya bêhtirî 40,000 kesên bîyanî ye, di nav de jî bi dehan hezar zarokên bêguneh, ku niha li kampên derbideran dimînin.

Balyoz DeLaurentis got,”rewş nayê pejirandin, ew krîzeke mirovahî, mafên mirovan û ewlekarîyê ye.” Amerîka welatîyên xwe yên Daişî werdigre û bang li welatên din dike ku heman tiştî bikin.

Balyoz DeLaurentis huşdarî da û got,” piştgirîya darayî jîyanê dide terorîstan. Pêwîste em hewlên xwe bihêz bikin û bidin dû piştgir û hêsangerên darayî yên terorîstan û rê bigrin li wan çavkanîyên çalak yên ku sûdê werdigirin ji çavdêrîya lawaz li cihên ku pîvanên dadwerî lê sist in.”

Amerîka bi awayekî taybet bi xem e li dor zêdebûna gefa terorê li hin herêmên Afrîqayê. Daiş û tor û şaxên wê li hin navçeyên seranserî Afrîqayê belav dibin û îdyolojîya tund dixin nava nakokîyên demdirêj û neseqamgîrî û talanên nû ji wan re dabîn dikin. Daişa Afrîqa Rojava bûye yek ji şaxên herî kujer yên grûpê li derveyî Îraq û Sûrîyê. Amerîka berdewame di karkirina li gel hevparên xwe yên Afrîqî de li dor programên dijberîya terorê.

Girînge civaka navnetewî bi berdewamî sitargehan ji bo grûpên terorîst nehêle, di nav de jî li Afghanistanê. Wek ku serok Joe Biden anî ziman,” Em dê Talîbanê berpirs hilgirin li dor pêgirîyên wê ku rê nedin ti terorîst ji nav axa Afghanistanê gefan bidin ser Amerîka yan jî hevalbendên wê.”

DeLaurentis got,”Li ser asta cîhanî, handerîya hikumranîya baş, desthilata yaseyê û berpirsîyarî, demokrasî û rêzgirtina mafên mirovan wan nîr û azerên ku rê ji tundî û terorê re vedikin, sivik dikin.”

Divê civaka navnetewî di pêgirîya xwe de yekgirtî bimîne ji bo jinavbirina rêxistinên terorîs yên wek Daişê û îdyolojîya wê ya tund, li her cihekî.

XS
SM
MD
LG