Accessibility links

Breaking News

Roja Karkeran 2023


Di Duşema yekê ya Îlonê de, Amerîkî Roja Karkeran pîroz dikin û rêzê li beşdarîya wan ya di pêşxistina Amerîka de digirin.

Roja Karkeran 2023
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:17 0:00

Di Duşema yekê ya Îlonê de, Amerîkî Roja Karkeran pîroz dikin û rêzê li beşdarîya wan ya di pêşxistina Amerîka de digirin.

Îro piranîya gel vê rojê pîroz dike, jiber ku ew bi fermî dawîya demasala havînê ye, ku aheng, seyran û hatina cem hev ya malbatan û meşan encam didin.

Lê pêşî û berî her tiştî ew rêzgirtina karkerên welêt û beşdarîya wan ya di pêşxistina Amerîka de digirin.

Di piranîya nîva duyê ya sedsala 19’an de û heta ku çarîka yekê ya sedsala 20’an, van mêr û jinan ji bo mafên ku îro ji bo me gelekan nedîyar in, bi dijwarî xebat kirin.

Bi saya wan, her hefte me pênc rojên kar hene, 40 saetan kar dikin, rewşa kar ewletir e, dema ku em nexweş dikevin an jî dema ku ji bo bêhnvedanê hewcedarîya me bi dem hebe, li hember wê pere tê dayîn. Wan fêm kir ku divê zarok rojên xwe li dibistanê derbaz bikin, ku ji bo siberojeke baştir amade bin, ne ku di karên komirê de bixebitin, yan jî li zevîyan karê çinînê, yan jî li kargehên hesin û polayê karê paqijîyê bikin.

Serok Joe Biden got "Dema ez zarok bûm, bavê min nîşanî min da ku karmendîyê ji mûçe wergirtinê wateyeke mezintir heye, ew girêdayî rûmet, rêzgirtin û asta te ye di civakê de, ew girêdayî nêrîna di çavên zarokan de ye, dema dibînî ku ew hest dikin ku rewş bi dilê wan e. Dema ku Amerîkî her roj diçin ser kar, ne tenê ew debara rizqê xwe dikin, lê ew bi nêrîneke tije hêvî, li siberojê dinêrin. Bi vî awayî, ew welatê me ava dikin, pêşengîyê dikin, xemê jê dixwin û pêş dixin.”

Ji rojên destpêkê yên bizavê ve, rêberên karkeran dizanî ku bêyî azadîya aborî ji bo çîna karker, dê azadî nebe û piranîya Amerîkîyan dê nebin xwedîyên azadîyê. Wan dizanî ku ew nabin xwedî mûçeyeke dadwerane û xwedî reweşeke layîq û bi rûmet ku hêjayî wan e, eger ku bi rêya karekî hevbeş û yekgirtî nebe, û hêz û dengê xwe nekin yek bi helmeteke yekgirtî, nerazîbûn û grevan li pey hev bi hev re pêk neyînin.

Serok Biden got, "Amerîkîyên kedkar birbireya pişta welatê me ne."

"Çîna Navîn Amerîka ava kir û sendîkayan jî çîna navîn ava kir. Her tiştê ku piştevanîya jîyana domdar ya çîna navîn dike, bi saya sendîkayan hatîye çêkirin, û di Roja Karkeran de em wan hemî kedkaran û bizava wan ya domdar bi rêzdarî bi bîr tînin, ku dihêlin aborîya me berdewam bibe û gelê me bi hêz bibe."

XS
SM
MD
LG