Accessibility links

Breaking News

Ji Qesabê Bosnayê, Mladic re Cezayê Zîndanê yê Dirêjîya Jînê


Ratko Mladic
Ratko Mladic

"Ez îro hemî malbatên saxmayî yên gelek qurbanîyên zilma Mladic bi bîr tînim. Em ti caran nikarin mirina wan ji bîr bikin, lê ez hêvî dikim ku biryara îro hinekî dilê hemî kesên şînîgir rehet bike."

Ji Qesabê Bosnayê, Mladic re Cezayê Zîndanê yê Dirêjîya Jînê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:51 0:00

Mekanîzmaya Bermayî ya Navnetewî ya Neteweyên Yekbûyî jibo Dadgehên Tawanan vê dawîyê cezayê zîndanê heta dawîya jîyanê bo Fermandarê berê yê Artêşa Sirbî ya Bosnayê Ratko Mladic erê kir. Mladic ku wekî "Qesabê Bosnayê" tê zanîn, bi tawanên jenosîdê, tawanên dijî mirovahîyê û tawanên ceng yên di dema şerê Bosnayê de di navbera salên 1992 û 1995'an hate ceza kirin.

Serok Joe Biden di daxuyanîyekê de pêşwazî li vê biryarê kir û got, "Ez îro hemî malbatên saxmayî yên gelek qurbanîyên zilma Mladic bi bîr tînim. Em ti caran nikarin mirina wan ji bîr bikin, lê ez hêvî dikim ku biryara îro hinekî dilê hemî kesên şînîgir rehet bike."

Wekî Fermandarê berê yê Artêşa Sirbî ya Bosnayê, Mladic serkêşê şerê zalimane yê bi armanca bi tevahî ramalîna gelê Boşnak û Xirvat yên Bosna û Hersekê ser axa di bin kontrola Sirban de bû ku di sala 1995'an de zêdetirî 8,000 mêr û kurên Misilman li bajarê Serebrenîka hatibûn kuştin.

Wezîrê Derve Antony Blinken di daxuyanîyekê de got, "Tawanên ku li Bosna û Hersekê pêk hatin, yek ji rûpelên herî tarî yên dîrokê ya piştî Cengê Cîhanê yê Duyê ye."

"Tevî hewildanên tawanbaran ku şahidan bêdeng bikin, belgeyên tawanên xwe veşêrin û ji biryara girtinê birevin, di vê dozê de dadmendî bi ser ket," Wezîrê Derve Blinken got. "Em wêrekî û berxwedana rizgarbûyîyan û hezkirîyên wan silav dikin ku bo naskirina fermî ya van tawanan berdewamî tekoşîn dan."

Bi nêzîkbûna salvegera 26'an ya jenosîda Serebrenika, Wezîrê Derve Blinken hêvî dike ku "biryara Dadgeha Bilind hinek aramîyê ji qurbanî û hezkirîyên wan re bîne." Wî herwiha spasîya xebata bi salan ya Mekanîzmaya Bermayî ya Navnetewî bo Dadgehên Tawanan kir ku hewila cîhanîna dadmendîyê di doza Mladic de dida.

Serok Biden got "biryara dîrokî ya dadgehê nîşan dide ku kesên tawanên zalimane dikin dê berpirs werin girtin. Di heman demê de wî got ku ev biryara me ya hevpar xurt dike ku li her cîhekî cîhanê berê zilmên siberojê bigirin.

XS
SM
MD
LG