Accessibility links

Breaking News

Bi Rêka Dersînorkirinan Jinûve Ewlekirina Amerîka


"Em kesên herî xirab yên li vî welatî kom dikin, yên ku kolanên me dixin mava pir xeterîyê,"Wezîra Ewlekarîya Navxweyî Kristi Noem got.

Bi Rêka Dersînorkirinan Jinûve Ewlekirina Amerîka
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:08 0:00
Direct link

Dîyarkirina rewşa awarte ya Serok Donald Trump di derbarê sînorê başûr de ji niha ve encaman dide, biyanîyên neqanûnî yên tundrê her roj ji alîyê hêzên Ajansa Koçberî û Parastina Amerîka, yan ICE ve têne girtin û têne dersînorkirin.

Wezîra Ewlekarîya Navxweyî Kristi Noem vê dawîyê bi hêzên ICE re li kolanên bajarê New Yorkê beşdarî serdegirtinan bû. Piştre wê ev yek di hevpeyivîneke bi Hannity re li televîzyona Fox News piştrast kir û got ku "Em kesên herî xirab yên li vî welatî kom dikin, yên ku kolanên me dixin mava pir xeterîyê."

" Em rastî endamek Tren de Aragua hatin ku hat girtin, yek ji rêberên çeteyan, li Colorado fermana girtina wî hebû. Di rastîyê ew yek ji wan kesan bû ku me di hin vîdyoyên ji wê avahîya apartmanê ya li Aurora, Colorado dît, ku wan dest danîbûn ser apartmanê û li wir tundûtûjîyek bir zêde pêk anîbûn.”

Kesê hatiye girtin Anderson Zambrano-Pacheco ye ku rêberê koma Tren de Aragua yan TdA ye. Tekildarê tundîya çeteyan di destdayîna jimareke apartmanan li Aurora, Colorado, jiber revandin, dizî, û gefxwarinê, fermana girtina wî hebû.

Girtin piştî ku Serok Trump hem TdA û hem jî MS-13 wek rêxistinên terorîst yên biyanî destnîşan kir, pêk hat, ku ev yek piştrast dike ku ajansên federalî wek xeterîyên ewlehîya neteweyî nêzî van çeteyan dibin.

Wezîr Noem pesna Serok Trump dide jibo ku wî soza xwe ya jinûve ewlekirina Amerîkayê bi cîh tîne.

"Û tiştê ku em dikin rasterast ev e. Loma serenserî şevê derketina derve û pêkanîna serdegirtinên dijî van biyanîyên sûcdar pir taybet bû. Û em wan dersînor dikin. Bêguman emê di derbarê hin sûcdarên din yên derve ne (nehatine girtin), bêtir agahîyan berhev bikin.”

Wezîr Noem got ku biyanîyên qaçax yên tundrê berpirs in, jibo ku gelek malbatên Amerîkî zarokên xwe jiber narkotîk û tûndîyê hinda kirine.

"Û emê wan ji vir derxînin û piştrast bikin ku em xebatên li ser vê bingehê didomînin û em dizanin ku dengê gelê Amerîkî bi rastî tê bihîstin, ew tên guhdar kirin, û ev karmendên me bi piştgirîya hewce û bi hevkarîya revebirîyên xwecîhî derdikevin derve ku tiştên pêdivî bî cîh bînin.”

Wezîr Noem soz da ku " derxistina sûcdarên xeter ji vî welatî bidome… Dema em we bibînin, emê ji we hesab pirs bikin û emê we dersînor bikin.”

XS
SM
MD
LG