Hevparîya Mekong û Amerîka bi xweserî, serbixweyî ya aborî, serwerîya baş û geşbûna berdewam a welatên hevpar pêgir e.
Roja 11ê meha 9an, Amerîka, Cambodia, Laos, Myanmar, Thailand, Vîetnam û emîndarîya komeleya welatên Başûr û Rojhilatê Asya, ku bi navê ASEAN tê nasîn, dest bi hevparîya Mekong û Amerîka kir.
Ev Hevparîya nû, giringîya herêma Mekong ji bo Amerîka werdigerîne û dê bibe berdewamî ji bo hevrêzîya ku sala 2009an, bi navê Destpêşxerîya Mekong a Jêrîn destpê kiribû.
Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo di daxuyanîyekê de got:
“Emê li ser karê baş ê Destpêşxerîya Mekong a Jêrîn û 3.5 mîlyar dolar ên alîkarîya Amerîka di 11 salên borî de, ava bikin.”
Di kombûna destpêkirina hevparîya Mekong û Amerîka de, Amerîka bêhtirî 150 mîlyon dolar alîkarî ji bo herêma Mekong ragihand, jê 52 mîlyon ji bo piştgirîya hewlên dijî COVID-19 ne, 55 mîlyon ji bo rûbirûbûna gunehkarîyên seranserî sînor in, 33 mîlyon ji bo alîkarîya geşepêdana berdewam û ewlehîya bazarên wizeyê ne, û 2 mîlyon ji bo şerê dijî qaçaxîya mirovan in.
Hevparîya Mekong û Amerîka pêgir e bi xweserî, serbixweyî ya aborî, serwerîya baş û geşbûna berdewam a welatên hevpar.
Wezîr Pompeo got:
“Em bi mîlyarek dolar piştgirîya geşbûna aborî dikine, ji bo vewejandina jêrxaneya welatên ASEAN, bi rîya Herêzîya Vewejandina Darayî ya Navnetewî (DFC) û em plan dikin ku di salên dahatû de, bi mîlyarên din jî weberhênanê bikin.”
Lê Pompe hişdarî da, li dor pêwîstîya rûbirûbûna dijwarîyên heyî, “ji wan jî, evên ji Partîya Komunîst a Çînî (CCP) tên, ku her diçin, gefê didin ser jîngeha xweristî û serbixweyî aborî ya herêma Mekong.”
Biryarên yekalî yên Partîya Komunîst a Çînî, yên bendkirina avê, ziwabûneke dîrokî encam da. Amerîka ligel herêmê û Komîsyona Çemê Mekong radiweste û banga parvekirina bi zelalî ya agahîyên dike.
Pompeo got: “Em handerîya welatên herêma Mekong dikin ku Partîya Komunîst a Çînê berpirs hilgirin li dor sozên wê yên parvekirina datayên avê, ku divê li dirêjîya salê werine dîyarkirin û belavkirin. Divê ew bi rîya Komîsyona Çemê Mekong, ya ku xizmeta berjewendîyên welatên herêma Mekong dike werine parvekirina, ne yên Beijingê.”
Amerîka herwiha nîgeran e li dor qerzên girêdayî jêrxaneya aborî û kiryarên bazirganî yên zîyanber û neyênî yên hin alîyên girêdayî Beijînê, wek Kompanîya Çînê ya Avakirina Pêwendîyan.
Xemeke din, ew e geşbûna qaçaxîya kesan, madeyên hişbir û jîyana bejayî, ku jêdera wan Rêxistin, kompanî û navçeyên girêdayî Parîya Komunîst a Çînî ne.
Bi rîya hevparîya Mekong û Amerîka, Amerîka kar dike ji bo berevanîya berjewendîyên welatên hevpar û hevkarîyê dike ji bo parastina aştî û geşepêdana herêma Mekong.