Accessibility links

Breaking News

Peymana Berevanîyê ya Nû bi Gurcistanê re


Wezîrê Berevanîyê yê Amerîka Lloyd Austin di gera xwe ya wê dawîyê da bo Gurcistanê ragihand ku "Amerîka wekî hevalbendeke stratejîk ya bi hêz rûmetê dide Gurcistanê û piştgirîya Amerîkayê bo serwerî û yekîtîya axa Gurcistanê xurt dimîne.”

Peymana Berevanîyê ya Nû bi Gurcistanê re
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:17 0:00

Wezîrê Berevanîyê yê Amerîka Lloyd Austin di gera xwe ya wê dawîyê da bo Gurcistanê ragihand ku "Amerîka wekî hevalbendeke stratejîk ya bi hêz rûmetê dide Gurcistanê û piştgirîya Amerîkayê bo serwerî û yekîtîya axa Gurcistanê xurt dimîne.”

Di sê salên dawîyê da, Bernameya Amadebûna Berevanîyê ya Gurcistanê karînên berevanîyê û amadehîya Gurcistanê ava kiriye, lê biryar e ku ew di dawîya salê da bi dawî bibe. Wezîrê Berevanîyê Austin ragihand ku Însîyatîfa Pêşvebirina Berevanî û Bergirîya Gurcistanê dê cîhê xwe bigire.

Wezîrê Berevanîyê Austin got, "Emê Bernameya Amadebûna Berevanîya Gurcistanê pêşve bibin bi berdewamkirina reformên sazûmanî di warê berevanîyê da, bi xurtkirina karîn û hêza pêdivî bo pêşîgirtin û berevanîya bi bandor, bi bihêzkirina hevxebata digel NATOyê, û bi nûjenkirin û pêşvebirina Wezareta Berevanîya Gurcistanê û Hêzên Berevanîya Gurcistanê.”

Wezîrê Berevanîyê Austin herwiha got "Bo serketina vê bizavê hevkarîyeke nêzîk di navbera welatên me de hewce ye ku em li ser rêya armancên xwe yên hevbeş bimînin."

“Belgeya pêkhatinê ya ku min û wezîr niha îmza kir. . .sîyaseta domdar ya Wezareta Berevanîyê bo alîkarîya Gurcistanê destnîşan dike ku Gurcistan berevanîya xwe bike, pêşîya êrîşan bigre û tevlêbûna xwe ya Ewrupa-Atlantîkê pêşve bibe. Di heman demê da, divê hikûmeta Gurcistanê piştgirîya Amerîkayê bo bihêzkirina demokrasîya Gurcistanê û pêkanîna reformên bingehîn bi kar bîne ku Gurcistanê hêşta zêdetir nêzîkî Rojavayê bike.

Wezîrê Berevanîyê Austin spasîya hikûmet û gelê Gurcistanê jî kir jibo piştevanîya wan ya xebatên Amerîkayê û NATOyê li Afganistanê. Gurcan di wî warî da roleke mezin bi cîh anî, wan bi mêrxasî mil bi mil bi hevalên xwe yên Amerîkî re xizmet kirin. Gurcistanê bedelên giran dan; di şer de 32 kes hatin kuştin û 293 kes jî li Afganîstanê birîndar bûn. Amerîka rûmetê dide qurbanîyên wan, û spasdarê gelê Gurcistanê ye, leşkerên ku xizmet kirine û malbatên wan jî.

Di dawîyê da Wezîrê Berevanîyê Austin got, "Xebatên me yên hevbeş li Afganîstanê, jibo hêza hevkarîya me ya stratejîk, berjewendî û nirxên me yên hevpar nîşanek e."

XS
SM
MD
LG