Accessibility links

Breaking News

Derheqa Zarok û Pêvçûna Çekdarî


Li gelek herêmên pevçûnan zarok tên revandin, jibo kar û seksê destdirêjî li wan tên kirin, bi darê zorê dikevin nav şerî, bê mal tên hiştin, tên kuştin û seqet kirin.

Derheqa Zarok û Pêvçûna Çekdarî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:25 0:00
Direct link

Li gelek herêmên pevçûnan zarok tên revandin, jibo kar û seksê destdirêjî li wan tên kirin, bi darê zorê dikevin nav şerî, bê mal tên hiştin, tên kuştin û seqet kirin.

"Zarok, bi taybetî keç, rastî rêjeyên metirsîdar yên tundûtîjîya li ser bingeha zayendî tên."

"Em bi taybetî nîgeran in jiber zêdebûna ji sedî 41 ya revandina keçan li seranserê cîhanê, ku piştre bi gelemperî rastî tundîya zayendî tên, wek zewacên bi zorê, destavêtin, û cûreyên din yên tundûtîjîya zayendî."

"Zarokên li herêmên pevçûnan rûbirûyê pirsgirêkên dijwar yên parastinê dibin."

"Li Etopya bi hezaran zarok ji malên xwe hatine derxistin, ji malbatên xwe hatine veqetandin û rastî tundûtîjîya zayendî hatine."

"Li Afganistanê, şêwazên zewaca zarokan, di jîyekê biçûk de zewaca bi darê zorê û wergirtina bo leşkerîyê rewşa fizîkî û hestîyarî ya zarok û ciwanan seqet kiriye."

"Bandora wê bi taybetî ser keçan çêbûye, jiber ku bûyerên ducanîyên zû û ne ewle hene."

"Li Ukrayna, dagirkirina hovane ya Rûsyayê bandoreke wêranker li ser zarokan dike."

"Bi berfirehî tê ragihandin ku Rûsya bi rêjeyeke mezin zarokên Ukraynî vediguhezîne nav axa Ukrayna ya bin kontrol û dagirkirina Rûsyayê û di heman demê de zarokan vediguhezîne Rûsyayê bixwe jî."

"Dema ku em jibo parastina zarokan gavên pêşîlêgirtinê diavêjin, em xwedî li siberoja xwe ya hevpar derdikevin û wê diparêzin."

"Jibo pêşîgirtina binpêkirin û destdirêjîyên li ser zarokan di paşerojê de, divê em bo kesên ku van kiryaran dikin eşkere bikin ku ewê berpirs werin girtin."

XS
SM
MD
LG