Accessibility links

Breaking News

Li ser Jinan, Aştî û Ewlehîyê


Di 31ê Cotmeha sala 2000an de, Neteweyên Yekbûyî biryara 1325 pejirand, ku tê de bang li welatên endam kir ku bandora bêhevseng û bêhempa ya şerê çekdarî li ser jin û keçan qebûl bikin û çareser bikin.

Li ser Jinan, Aştî û Ewlehîyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:58 0:00
Direct link

Di 31ê Cotmeha sala 2000an de, Neteweyên Yekbûyî biryara 1325 pejirand, ku tê de bang li welatên endam kir ku bandora bêhevseng û bêhempa ya şerê çekdarî li ser jin û keçan qebûl bikin û çareser bikin.

Di biryarnameyê de pêwîstîya pejirandina perspektîfa zayendî ya li hember bandorên bêhevseng yên pevçûnan û encamên wê li ser jin û keçan hate zelal kirin. Di nav de pêşîlêgirtin û bersivdana tundûtûjîya zayendî ya girêdayî nakokîyan, vegerandin û jinûve bicîhkirin cih digre, û herwiha jinûveavakirina piştî pevçûnan û pêwîstîya bi awayek girîng ya têkilkirina jin û keçan cih digre di afirandin û pêşnîyarkirina çareserîyên hestîyar yên zayendî da.

Îro, piştî bîst û du salan ji qebûlkirina biryara 1325, dûrxistina jinan ji pêvajoyên biryara aşitî û ewlehîyê berdewam dike, ku ev yek di encamê de wan bêtir mexdûr dike li hember rêjeyên nehevseng yên tundûtûjîyê, zordestîya armanckirî û dûrxistina jinûveavakirin û çêkirina biryarên piştî pevçûnê. Balyoza Amerîkî li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfield di gotûbêjên vekirî yên salane ya Konseya Ewlehîyê ya NY li ser Jinan, Aştî û Ewlehîyê got: "Em van heman şêweyan li seranserê cîhanê dibînin, û bi taybetî li deverên ku di bin bandora pevçûnan da ye".

“Niha ji bo Rojeva Jinan, Aştî û Ewlehîyê em bi demek girîng re rû bi rû ne. Li seranserê cîhanê jin û keç di bin gefa şer û rejîmên zordar de ne. Di bin metirsîya keşûhewayê û di bin xeterîya xêzanîyê de. Metirsîya revandin, îşkence, kuştin û tundûtîjîya li ser bingeha zayendî jî mezin bûye. Rêberên jin, parêzvanên mafên mirovan û çalakvan bi taybetî dibin armanca gef û destdirêjîyê li ser înternetê. Ew gelek caran dibin mijara kampanyayên dezenformasyonê, ku ji bo tirsandin, bêrûmetkirin û bêdengkirina bangên wan yên ji bo aştîyê hatine çêkirin."

Balyoz Thomas Greenfield got: "Rojeva Jinan, Aşitî û Ewlehîyê, wekî ku di biryara 1325an de hatî destnîşan kirin, vîzyonek veguherîner pêşkêş dike: Cîhanek ku jin û keç tê de têne parastin, têne himbêz kirin û rolek bingehîn ji bo avakirina aştîyê dileyîzin." “Berpirsîyarîya me ew e ku em vê dîtinê pêk bînin. Ne tenê bi gotinê, lê bi kirin û çalakîyan jî.”

"Divê em piştevanîya pêşengîya jinê bikin, çi li gundên wan be, çi li paytextên wan be, çi li ser qada navnetewî be, her wekî ku em pênc jinên endamên Konseya Ewlehîyê lêre piştevanîyê dikin û gelek jinên din îro li derdora vê odeyê dibînin."

Balyoz Thomas-Greenfield got “Pêdivî ye ku em vê gava girîng pêk bînin ku em wekî civakek cîhanî bi hev re bicivin da ku îro ne tenê rengê pembe wekî nîşana piştgirîya me li xwe bikin, lê dengên xwe jî bilind bikin; dengên xwe bilind bikin da ku daxwaza guhertina ku em dizanin ku jinên vê cîhanê pêdivîya wan pê heye bikin."

"Divê em vê yekê ji bo keçan, û ji bo jinan, û ji bo aştî û ewlehîya ku ew dê bînin bo cîhanê bikin, lê di heman demê de aştî û ewlehîya ku pêwîstîya wan ji cîhanê heye."

XS
SM
MD
LG