Accessibility links

Breaking News

Parastina Azadîya Olî, Mafê Yekê


Vane
Vane

Mafê azadîya olî ji alîyê gel ve jibo her kesî tê parastin," Cîgirê Serok Vance got. "Hun Mesîhî bin, Cîihû bin, Misilman bin yan jî qet bi bawerî nebin."

Parastina Azadîya Olî, Mafê Yekê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:08 0:00
Direct link

Cîgirê Serok JD Vance di Civîna Azadîya Olî ya Navnetewî de li Washington, DC ragihand ku " azadîya olî ew azadî ye ku mirov bawerîya xwe bi cîh bike û li gor wijdana xwe tevbigere."

Wî dîyar kir ku "azadîya olî li Amerîka û li seranserî cîhanê bingeha civaka sivîl e."

"Li Amerîka, Bavûkalên me yên Damezrêner, di nav azadîyên ku di Qanûna Bingehîn ya meya mezin de hatine dîyar kirin de, bi rewayî azadîya olî di serî de nas kirin, " Cîgirê Serok Vance got.

Cîgirê Serok Vance anî ziman ku "berîya ku ew wek serok were hilbijartin, John Adams, ku cîgirê yekê yê serok bû ... dît ku siyasetvan dikarin jibo azadîyê plan û spekulasyonan bikin, lê tenê ol û exlaq in ku dikarin prensîbên ku azadî bi ewlekarî li ser wan bisekinin, ava bikin.'

"Em welatê ku xwedî piranîya herî mezin yê Xiristîyan yê cîhanê ne, û mafê azadîya olî jibo her kesî ji alîyê dewletê ve tê parastin," wî got.

Cîgirê Serok Vance ragihand ku “Ger hun Xiristîyan, Cihû yan Misilman bin, yan jî ti bawerîya we tûnebe. Lê wekî ku em hemî dizanin, azadîya olî ne tenê, li ser parastinên qanûnî ye. Di heman demê de, ew girêdayî avakirina çandekê ye ku bawerî bikare pêşve bikeve da ku jin û mêr bikaribin mafên hemwelatîbûnên xwe yên ku Xwedê daye wan, bi temamî pêk bînin û rêzê bigirin. "

"Rêvebirîya Trump ya yekê jibo parastina mafên bawermendan gavên girîng avêtin, ger bi rizgarkirina keşeyên ku ji alîyê rejîmên biyanî ve têne tepeser kirin yan jî bi alîkarîya jibo Êzîdî, Xiristîyan û civakên olî yên din ku rûbirûyê terora jenosidî ya ji DAIŞ’ê ne," wî got.

Lê Cîgirê serok Vance bi berdewamî dîyar kir ku rêvebirîya Trump ne tenê serastkirinê, hevdem berfirehkirina serketinên çar salên ewil jî armanc dike."

"Û di vê heyama kurt de, serok jibo dawîkirina karanîna hikûmeta federal ya wek çekekî dijî Amerîkîyên bawermend ferman ragihandin, xwepêşanderên alîgirê jîyanê yên ku di rêvebirîya dawî de bi neheqî girtî bûn, efû kirin. Û ya girîng, sansûra federal rawestand, ku jibo nehêle ku Amerîkî li gor wijdana xwe biaxifin û li gor ramana xwe bipeyivin, dihat kar anîn, " Cîgirê serok Vance got.

"Beşek hewlên me ya parastina azadîya olî tê wateya ku di siyaseta me ya derve de, di navbera rejîmên ku rêzê li azadîya olî digirin û yên ku rêz nagirin naskirina cudahîyê ye," wî got.

Cîgirê Serok Vance got bal kişand ku "divê Dewletên Yekbûyî bikaribe vê cûdahîyê bike. Divê em karibin li wêranîyên mîna rewşa Xiristîyanên Îraqê ya di zêdetirî sî salên borî de binêrin û xwedîn zelalîya exlaqî bin da ku gava tiştek xelet biqewime, tevbigerin.”

" Niha ev rêvebirî amadeye ku vê yekê bi vî awayî bike," Cîgirê Serok Vance got.

XS
SM
MD
LG