Accessibility links

Breaking News

Putin Hesabê Xwe Şaş Kir


Di 24ê Şubatê de serokê Rûsya Vladimir Putin ferman da hêzên leşkerî û xizmetên agahdarian ku êrîşî Ukraynayê bikin.

Putin Hesabê Xwe Şaş Kir
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:40 0:00

Di 24ê Şubatê de serokê Rûsya Vladimir Putin ferman da hêzên leşkerî û xizmetên agahdarian ku êrîşî Ukraynayê bikin. Putin hesiband ku artêşa Rûsyayê dikare careke din sînorê Ukraynayê derbas bike bi encamin biçekî bêhtir ji şermerazkirina cîhanê, tevî ku Amerîka û hevalbend û hevparên wê soza bersivên tund û lezgîn dabû, û piştî hewlên dîplomatîk yên berferh ji bo gotûbêjkirina xemên ewlekarî yên Rûsyayê. Putin hesabê xwe şaş kir.

Serok Joe Biden di gotara xwe ya salane (State of the Union) ya roja 1ê Adarê de got,” Vladimir Putin hewl da bingehên cîhana azad bihejîne, û bawer kir û wê cîhan serî ji şêwazên wî yên gefxwar re deyne. Lê wî pir şaş hesab kir. Wî bawer dikir ku dê derbasî Ukraynayê be û dê cîhan jî vê yekê qebûl bike. Wî bawer dikir ku dê Rojava û NATO bersivê nedin. Û wî bawer dikir ku dê me li malê dabeş bike. Putin şaş bû. Em amade bûn.”

Me bi huşdarî û berferehî xwe amade kir. Me bi mehan koalisyonek ji welatên hezkerên azadîyê ava kir, ji Ewrupa û Amerîkayan ta Asya û Afrîqayê ji bo rûbirûna Putin.”

Serok Biden got,”Me pêşwext tiştên me zanibûn bi cîhanê re parve kirin li dor planên Putin û bi taybetî çawa ew dê bi awayekî sexte bihaneyan ji êrîşa xwe re bibîne. Me bi rastîyê bersiva derewên Rûsyayê da. Û niha , piştî kiryara wî, cîhana azad wî berpirs hildigre.

“Em bankên herî mezin yên Rûsyayê ji sîstema darayî ya navnetewî qut dikin. Rêgirtina li banka navendî ji berevanîya Rublê Rûsî, 630 mîlyar dolarên Putin yên budceya şer bênirx dikin. Em rê diigirin li gihîştina Rûsya ya teknolojîyê ku dê hêza wê ya aborî û artêşa wê bi salan lawaz bike.”

Em esmanê Amerîkayê li pêş hemî geştên Rûsyayê diigirin, Rûsya bêhtir bi tenê dihêlin, û bêhtir aborîya wan diguvêşin. Em olîgark û serkirdeyên gendel yên Rûsyayê dikin armanc û didin dû qezencên wan yên ne rewa. Di heman demê de, em piştgirîya xelkê Ukraynayê dikin ku bi qehremanî li dijî êrîşên Rûsyayê şer dikin.

“Bi hevre, li gel hevalbendên xwe em piştrirîya Ukraynîyan di şêrê ji bo azadîyê de dikin. Alîkarîya leşkerî. Alîkarîya aborî. Alîkarîya mirovahî. Em bêhtirî yek mîlyar dolar alîkarîya rasterast didin Ukraynayê. Û em berdewam in ji bo alîkarîya xelkê Ukraynî ku em êşa wan sivik bikin, di vê demê de ku ew berevanîya welatê xwe dikin.

Serok Biden got,” Li dirêjîya dîrokê em fêrî vê waneyê bûn- dema diktator hesabê zordarîya xwe nedin, ew bêhtir pirsgirêkan çêdikin. Putin rê li ber tundî û pirsgirêkan vekir. Dibe ku ew dikare di qada şer de hin qezencan bike- lê ew dê bi derbasbûna demê re berdelên giran yên berdewam bide.”

XS
SM
MD
LG