Accessibility links

Breaking News

Bîrxistina Jenodîsa Êzîdîyan û Hewlên Pêkanîna Dadmendîyê


“Ji bilî dadmendî jibo qurbanîyan, êdî dem e ku jibo nîşandana pêveçûneke bi hêz bo çareserkirina xembarîyên rizgarbûyan. Em dixwazin bibînin ku rizgarbûyî û hemû kesên derbider bi ewlehî û dilxwazî vegerin malên xwe, da ku careke din tevneya civaka Îraqê were saz kirin.”

Bîrxistina Jenodîsa Êzîdîyan û Hewlên Pêkanîna Dadmendîyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:13 0:00

Di serdanekê de vê dawîyê bo Îraqê, Alîkara Cîgirê Wezîrê Derve Uzra Zeya salvegera 10’an ya jenodîsa dijî Êzîdî û civakên din yên olî û etnîkî bîr anî.

“Baştirîn şêwe jibo rûmetgirtina qurbanîyên jenosîdê pêşî ew e ku neyên jibîr kirin. Lê, em nikarin tenê navên kesên me hinda kirine bibîr bînin, divê em herwiha balê bidin rizgarbûyan, ku bi deh hezaran ji wan hîn derbider in û hêvî dikin vegerin malên xwe, û dadmendîyê hember berpirsên vê trajedîyê pêk bînin,” wê got.

Zeya ji Bexdadê çû Hewlêrê jî û bi rêberên hikûmeta Îraqê û yên Herêma Kurdistanê re behsa pirsa dadmendîyê jibo qurbanîyan kir.

Gav ber bi dadmendîyê ve hatine avêtin, lê hîn gelek kar dimîne. Erka Tîma Vekolînê ya jibo Belavkirina Berpirsîkrinê bo Tawanên DAIŞ’ê (UNITAD) meha Îlonê diqede. Amerîka li ser wê yekê kar dike ku belge û delîlên wê tîmê bidest xistine û kom kirine bi awayekî dirust jibo bikaranînê di paşerojê de werin parastin. Amerîka herwiha kar dike ku vekolîn piştî dawîbûna UNITAD bidomin.

“Ji bilî dadmendî jibo qurbanîyan, êdî dem e ku jibo nîşandana pêveçûneke bi hêz bo çareserkirina xembarîyên rizgarbûyan. Em dixwazin bibînin ku rizgarbûyî û hemû kesên derbider bi ewlehî û dilxwazî vegerin malên xwe, da ku careke din tevneya civaka Îraqê were saz kirin,” birêz Zeya got.

Amerîka hikûmeta Îraqê han dide ku pêşveçûnê pêk bîne derbarê danîna fermandarekî li Şingalê, domandina wergirtina karmendan jibo hêza polîs ya xwecîhî, û zêdekirina alîkarîya diravî bo jinûve avakirinê û damezrandina karmendên hikûmetê li deverên pêdivî bi xizmetan hene.

Amerîka herwiha han daye hikûmeta ku çareserîyan jibo fikarên ser rola mîlîşyayan li deverên ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin peyda bike, wekî Şingal, Deşta Neynewa û deverên alîyên din yên civaka Îraqî. Bandora neyênî ya komên mîlîşyayan li ser ewlekarî û aramîya civakan rê li ber vegera derbideran bo malên xwe digire û pêşvebirina aborî ya civakên xwecîhî asteng dike.

Gelê Îraqî jî dikarin gelek tiştan bikin jibo prosesa dermankirinê. DAIŞ endamên êl û civakên cuda li dijî hevdu bi kar anî da ku tovên cudakirin, nebawerî û kîndarîyê biçîne. Di encamê de, hinek civak bi tevahî ser tawanên ku takekesan kirine hatine tawanbar kirin. Hikûmeta Amerîkî serkêşîya diyalogê di navbera rêberên civak û êlan de kiriye jibo hilanîna girjîyên civakî.

“Ev civak berî jenosîdê bi hevre bi aştîyane jîyane. Ew dikarin careke din bi aştîyane bijîn,” Alîkara Wezîrê Derve Zeya got.

XS
SM
MD
LG