Accessibility links

Breaking News

Binpêkerên Mafan bo Civata Mafên Mirovan Hatin Hilbijartin


Civata Giştî deng da ku hinek binpêkerên mafên mirovan yên herî xirab yên cîhanê, di nav wan de Komara Gel ya Çînê (PRC), Rûsya û Kuba li Civata Mafên Mirovan bi cîh bike.

Rights Abusers Elected to Human Rights Council
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:01 0:00
Direct link

Di meha Adarê da, dema ku Komara Gel ya Çînê, binpêkera navdar yê mafên milkê rewşenbîrî, di hewildana xwe de serneket bo seroktîya Rêxistina Milkê Rewşenbîrî ya Cîhanî ku rêxistineka Neteweyên Yekbûyî ye û parastina wan heman mafan dike, berê zararê hate girtin.

Mixabin di meha 10an Cotmehê de pêşî li sextekarîyê li Neteweyên Yekbûyî nehate girtin. Civata Giştî dîsa deng da ku hinek binpêkerên mafên mirovan yên herî xirab yên cîhanê yên wek Komara Gel ya Çînê, Rûsya û Kuba, li Civata Mafên Mirovan bi cîh bike.

Çalakvanên mafên mirovan matmayî mabûn. "Divê binpêkerên mafan bi kursîyên Civata Mafên Mirovan neyên xelat kirin," rêvebirê Neteweyên Yekbûyî li Çawdêrîya Mafên Mirovan, Louis Charbonneau got. Hillel Neuer, rêvebirê Çawdêrîya Neteweyên Yekbûyî, ew wekî "rojek reş jibo mafên mirovan" bi nav kir.

Wezareta Derve ya Welatên Yekbûyî yên Amerîka, di rapora xwe ya herî dawî ya mafên mirovan de gelek binpêkirinên xirab yên mafên mirovan li Komara Gel ya Çînê wek desteserkirina girseyî ya komên kêmanîyên Misilman yên li Sîncanê belge kiriye.

Wezareta Derve, hûrgilîyên kuştinên bê dadgehî, girtina keyfî û tepeserkirina dijwar ya azadîya axaftinê û binpêkirinên din li Rûsyayê eşkere kirin. Li Kubayê, dewleta polîsan, hêzên ewlehîyê yên hikûmetê rojane gef li parrêzvanên mafên mirovan û demokrasîxwazan kirin û bi fîzîkî êrîş birin ser wan û azadîya rêxistinê ya gelê Kubayê red kirin.

Biryara 60/251 ya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, ku Civata Mafên Mirovan ava kiriye, ji endamên Civatê dixwaze ku "di pêşvebirin û parastina mafên mirovan de pîvanên herî bilind biparêzin." Hilbijartina Komara Gel ya Çînê, Rûsya û Kubayê îsal - û ya Venezuelayê sala borî --– nîşan dide ku Civat ne tenê rûreşî ye, lê herwiha sexte ye jî.

Wezîrê Derve Mike Pompeo di daxuyanîyê de dîyar kir ku 21+/ ji Civata Mafên Mirovan di sala 2018an de vekişîye "jiber pêşdadmendîya wê ya berdevam dijî Îsraîlê û rênmayên endamtîyê ku destûrê dide jibo hilbijartina xirabtirîn binpêkerên mafên mirovan li cîhanê bo kursîyên Civatê."

Wî dîyar kir ku berî derketinê, Welatên Yekbûyî rijdî li welatên endamên Neteweyên Yekbûyî kir ku "jibo reformkirina Civatê bi lez gavan bavêjin, berî ku ew xirabtir bibe. Mixabin, "wî got," guh nedin wan bangan. "

Wezîrê Derve Pomeo got ku hilbijartina îsal pirtir biryara Amerîkî ya vekişîna ji Civatê û karanîna rêk û derfetên din jibo parastin û pêşvexistina mafên mirovan yên gerdûnî piştrast dike. "Sozên me bi zelalî di [Daxuyanîya Gerdûnî ya Mafên Mirovan] ya Neteweyên Yekbûyî û di tomara çalakîya me de hatine destnîşan kirin."

XS
SM
MD
LG