Accessibility links

Breaking News

Rûsya Kesekî Din Dîl Digire


"Amerîka girtina karmendê berê yê Nûnertîya Amerîka ya Rûsyayê Robert Shonov bi tundî şermezar dike," Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîka Matthew Miller di daxuyanîyeke nivîskî de got.

Rûsya Kesekî Din Dîl Digire
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:04 0:00
Direct link

Di 15ê Gulanê de, di kiryareke din ya tolhildana bê wate de ku Amerîka kirîye armanc, karbidestên Rûsî Robert Shonovê 62-salî girt. Robert Shonovê yek ji hewlatîyên Rûsyayê ye û karmendekî berê yê Konsulxaneya Giştî ya Amerîkî yê li bajarê Vladivostok bû. Ew bi hevkarîya "li ser bingeheke neyênî digel dewleteke bîyanî, an jî rêxistineke navnetewî" hat tawanbar kirin. Ew veguhestin bo zindana Lefortovo, ku ew li "girtîgeha pêşîlêgirtinê" tê ragirtin.

Vedant Patel, Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, got: "Ev îdiayên li dijî birêz Shonov bi tevahî bê bingeh in."

“Birêz Shonov welatîyekî Rûsî ye ku zêdetirî 25 salan li konsulxaneya giştî kar dikir, û piştî ku Rûsyayê bi zorê karê karmendên me yên herêmî bi dawî kir, ew ji alîyê kompanîyeke ku xizmetguzarîyan bo balyozxaneya li Moskowê dabîn dike hatibû wergirtin û erkdar kirin. Ev yek bi tevahî li gorî qanûnên Rûsyayê pêk hatibû.”

Robert Shonov 25 salan jibo Konsulxaneya Amerîkî li Vladivostok xebitî. Lê, di 23-ê meha Avrêla, sala 2021-an de, hukûmeta Rûsî Amerîka agahdar kir ku nîyeta wan heye ku Nûnertîya Amerîkayê ya li Rûsyayê qedexe bike ku hewlatîyên bîyanî bo karkirinê wergire. "Karmendên Rûsî, yên ku neçar man ku ji kar derkevin, pakêtek alîkarîyê ya baş wergirtin ku tê de çend meh mûçeyên betlaneyê, dirav, bîmeya bijîjkî ya dirêjkirî, cih digirt û li gor dahata wan ya salane jî hatin qerebu kirin."

"Di dema birêz Shonov hatî girtin wî tenê alîkarîya karûbarên giştî û beşa çapemenîyê dikir."

Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê Matthew Miller di daxuyanîyeke nivîskî de got: "Amerîka bi tundî girtina karmendê berê yê Nûnertîya Amerîkayê ya Rûsyayê Robert Shonov şermezar dike."

"Wekî her nûnertîya dîplomatîk yên li cîhanê - di nav de Nûnertîya Rûsyayê ya li Amerîkayê - Balyozxaneya Amerîkayê jibo karûbarên herêmî peymanan çêdike ku erka xwe ya dîplomatîk bimeşîne.

Rola birêz Shonov di dema girtina wî de tenê ew bû ku kurtenivîsên medyayê yên nûçeyên çapemenîyê ji çavkanîyên medyaya Rûsî yên berdest amade bike û wan berhev bike.

Girtina wî di bin qanûnên "hevkarîya nepenî" da, bikarînana eşkere ya Federasyona Rûsyayê ya qanûnên zordarîyê nîşan dide li dijî welatîyên xwe."

XS
SM
MD
LG