Balyoz Wood bal kişand ku "Li şûna paşguhkirina van rûdanan, Civata Ewlekarîyê divê amûrên di destê xwe de, tevî toleyên armanckirî jî bi kar bîne da ku van gefên zêde dibin çareser bike."
Di 13’ê Mijdarê de, Civata Ewlekarîyê di dengdaneke de, dema erkdarîya Desteya Pisporan ya Yemenê, herwiha ambargoya çekan ya armanckirî, cemidandina saman û tedbîrên qedexekirina rewîtîyê yên li ser Yemenê, bi yekdengî nû kir.
Nûnerê Alternatîf yê Karûbarên Siyasî yên Taybet yê Neteweyên Yekbûyî Robert Wood got ku ev toleyana " jibo pêşîgirtina li gefên ser aştî, aramî û ewlehîya Yemenê alaveke girîng e."
Lê, wî dilgiranîya xwe dîyar kir ku Civata Ewlekarîyê "bi armanca lawazkirina kanîna Hûsîyan ya berdewamkirina kiryarên wê yên bêaram û êrîşkar li Yemenê û li herêmê," di wergirtina tedbîrên zêdetir de bi ser neket.
"Tedbîrek bi wî rengî ku ji hêla Desteya Pisporên Toleyên Yemenê ve hatiye pêşniyar kirin, bi saya peydakirina çek û materyalên têkildar ji aktorên dewletî û ne-dewletî, li Deryaya Sor wê kanîna pisporan ya raporkirina bijardeyên jibo çareserkirina êrîşa Hûsîyan, zêde bikira," Balyozê Neteweyên Yekbûyî Robert Wood dîyar kir.
Balyoz Wood bi berdewamî got ku "Mixabin, tewra ev pêşnîyara aqilmend ji hêla Civatê ve nehat nirxandin jiber ku endameke Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî, bi piştgirîya endamek din ya mayînde, gef xwar ku wê her hewildanek jibo xurtkirina toleyan veto bike. "
Wood bal kişand ku dijberîyek bi wî rengî rê li ber ravekirina xurtbûna têkilîyên di navbera Hûsîyan û tevî alîgirên El-Qaîde yên wek El-Şebab girt ku ji alîyê Neteweyên Yekbûyî ve wek terorîst tên dîtin."
Balyoz Wood dîyar kir ku Hûsîyan "ji Cotmeha 2023'an û vir ve zêdetirî 90 keştîyên bazirganîyê bi dron û mûşekan kirine armanc ku li ser bazirganîya deryayî bandorên wêranker dikin."
"Wan bi awayekî neqanûnî Neteweyên Yekbûyî, saziyên sivîl yên civakê, nûnertîya berê ya dîplomatîk girtin, û xebatkarên din yên li Yemenê bi bêrêzdarîya eşkere ya pîvanên navnetewî desteser kirin. Û ew hemî bê bertek man,” Wood got.
Balyoz Wood bal kişand ku "Li şûna paşguhkirina van rûdanan, Civata Ewlekarîyê divê amûrên di destê xwe de, tevî toleyên armanckirî jî bi kar bîne da ku van gefên zêde dibin çareser bike."
"Heta ku were hiştin ku Hûsî bêceza tevbigerin û werin cesaret kirin, jibo pevçûna li Yemenê çareserîyek bi rêka danûstandinan wê pêkan nebe, " Wood got.
Balyoz Wood dîyar kir ku "ew amade ne ku bi hevbendên endamên Civata Ewlekarîyê re bixebitin û tevî tole jî hemû amûrên berdest bi kar bînin ku jibo pevçûnên li Yemenê û herêmê çareseriyek aştiyane were peyda kirin."