Accessibility links

Breaking News

Lêgerîna Çareserîyan li Sûrîyê


Balyoz Thomas-Greenfield got "Em herwiha êrîşên komên milîtanên ser bi Îranê ve yên li dij hêzên Amerîkî, bingeh û personalên wê li Îraq û Sûrîyê şermezar dikin."

Lêgerîna Çareserîyan li Sûrîyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:23 0:00
Direct link

Berpirsên Amerîkî dîyar kirin ku rejîma Sûrîyê bi alîkarîya Rûsyayê bombebarankirina hovane li parêzgehên Idlib û Helebê berdewam dikin ku di encamê de bi sedan sivîl hatin kuştin. Balyoza Amerîka li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfield herî dawî ji Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî re axivî. "ma zêdetir çi, rejîma Esed bi piştgirîya Rûsyayê êrîşên esmanî birin ser konên koçberan li beşên rojavayî yên Idlibê."

"Em êrîşên komên milîtanên ser bi Îranê ve yên li dij hêzên Amerîkî, bingeh û personalên wê li Îraq û Sûrîyê şermezar dikin." Balyoz Thomas-Greenfield got.

"Wek her welatekî endam, mafê Amerîka jî heye ku berevanîyê ji xwe bike, wek ku di xala 51ê ya Peymana Neteweyên Yekbûyî de hatîye dîyarkirin. Jiber vê yekê me êrîşên bersivdayînê pêk anîn. Û em amade ne ku li gorî pêwîstî û guncaw tedbîrên din wergirin, jibo rêgirtina li hember gefên êrîşan."

Di meha Mijdarê de, Amerîka Ketayîb Seyîd El-Şuheda û Sekreterê wê yê Giştî wek terorîstên navdewletî yên taybet bi nav kirin: "Herweha, me şeş kesên girêdayî milîtanên Ketayîb Hizbullah ya girêdayî Îranê destnîşan kirin." Balyoz Thomas-Greenfield got.

"Îranê bi rêya Leşkerê Qudsê yê girêdayî Pasdarên Şorişa Îslamî piştgirî daye wan komên çekdar û yên din. Wê perwerde, alîkarîya malî, û çekên pêşketî ji wan re peyda kirine, di nav de sistema esmanî firokên bê firokevan yên zêde armancber û kujer. Ev tevgeryana gûrkirinê nayê qebûlkirin. Û ew tiştekî jibo çareserkirina şert û mercên aborî yên çewsîner û dijwar nake, ku îro sivîlên Sûrî rûbirû bûne."

Mixabin, rejîma Sûrîyê hemû hewlên xwe dane da ku di warê sîyasî de pêşketinek çênebe, û ev yek bû sedema encamên xirab.

Balyoz Tomas-Greenfield hişyarî da û got "Di encamê de, xelkê Sûrîyê bi hejmarên mezin ji warên xwe koç dikin, bê ku îşaretek erênî hebe ku penaber car dî vegerin. Ne jiber şert û mercên aborî, wek ku rejîm dibêje, lê jiber ku ew ji zordarîya rejîmê û êşkence, binçavkirina keyfî û windakirina bi zorî ditirsin; leşkerîya bi darê zorê û tundîya li ser bingeha zayîndeyî pêk tînin."

Balyoz Thomas-Greenfield daxwaza azadkirina zêdetirî 150,000 kesên kir, ku rejîma Sûrî bi awayekî keyfî binçav kirine yan jî bi zorê ew wenda kirine. Her wiha wê ji rejîma Esed xwest ku destûrnameyê jibo derîyê sînorî yê Bab El-Hawa dirêj bike berî ku di meha Çile de bidawî bibe, da ku pêdivîyên mirovî yên bi hezaran sivîlên Sûrîyê di mehên sar yên zivistanê de werin dabînkirin.

Balyoz Thomas-Greenfield got "Berî her tiştî em bang li vê Civata Ewlekarîyê dikin ku li kêleka gelê Sûrîyê raweste dema ku ew jibo azadîyên xwe yên bingehîn û siberojeke dadwertir û aştîyanetir têdikoşin."

XS
SM
MD
LG