Accessibility links

Breaking News

Sûrîye di Cîhanîna Berpirsîyên Çekên Kîmyayî de Têk Çû


Piştî ku Sûrîyê ragihandibû ku wê çekên xwe yên kîmyayî tune kirîye, rejîma Sûrî dîsa jî çekên kîmyayî li dijî gelê xwe bikar anîye.

Sûrîyê di Cîhanîna Berpirsîyên Çekên Kîmyayî de Têk Çû
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:08 0:00

Bûye heşt sal ji dema ku rejîma Esed êrîşî hemwelatîyên xwe li dever Xûta ya nêzîkî Şamê bi gaza sarînê kir. Di encama wê êrîşê de bêtirî 1,400 Sûrî mirin, di nav de jî bi sedan zarok. Bi hezaran kesên din jî birîndar bûn. Ew ne cara pêşî bû, ne jî ya dawî bû ku rejîm gelê xwe bi çekên kîmyayî dike armanc. Lê şêweyê hovane yê wê êrîşê cîhan bi xwe re hejand.

Meha pişt re, piştî maytêkirina civaka navnetewî, hikûmeta Sûrî Peymana Çekên Kîmyayî qebûl kir û mikur hat ku programa wê ya çekên kîmyayî heye. Hikûmetê herwiha soz da ku cebilxaneya xwe tune bike û ligel Rêxistina Tunekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) di erkê wê yê çavdêrî û vekolînê de hevkarîyê bike.

Lê rejîma Esed sozên xwe bi cîh neanîye. Piştî ku Sûrîyê ragihandibû ku wê çekên xwe yên kîmyayî tune kirîye, rejîma Sûrî dîsa jî çekên kîmyayî li dijî gelê xwe bikar anîye. Wekî Balyoza Amerîka li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfield vê dawîyê di gotarekê de bo Civata Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî de got, rejîmê herwiha hewil daye ji ber berpirsyarîyê bide alî bi rîya astengkirina vekolînên serbixwe û ne bicîhanîna hevkarîyê ligel OPCW.

Amerîka bi xurtî piştgirîya karê bêalî û serbixwe yê OPCW û komisyonên wê yên vekolînê dike. Balyoz Thomas-Greenfield destnîşan kir ku Tîma Vekolîn û Danasînê ya OPCW çar êrîşên cuda yên çekên kîmyayî xistîye stûyê rejîma Esed. Ji bilî wan jî Mekanîzma Vekolîna Hevbeş ya NY û OPCW çar êrîşên din kiriye berpirsyarîya vê rejîmê.

Balyoz Thomas-Greenfield da xuya kirin ku hevalbendên rejîma Sûrî, di nav de jî Rûsya, “bi awayekî aktîv rê li ber hemû hewildanên piştgirîya berpirsdadînê girtiye.” Wê got, rola Rûsyayê di bihêzkirina rejîma Esed de “metirsîdar” e. “Divê ne pêkanîna rejîma Esed bo erkên xwe li jêr qanûna navnetewî neyê qebûl kirin,” balyozê herwiha da zanîn.

Balyoz Thomas-Greenfield anî ziman ku Civata Ewlekarîyê biryar daye ku eger biryara wê ya hejmar 2118 neyê bicîh kirin, ku bikarîna çekên kîmyayî ji alîyê rejîma Sûrî ve qedexe dike, êdî wê gav li jêr Gotara Heftan ya Peymana NY bên avêtin. “Me niha belgeyên berçav yên çend mînakên nepêgirîyê ji alîyê rjîma Esed ve hene,” wê eşkere kir. “Niha dem dema bicîhkirina vê biryara Civatê ye. Bê berpirskirina hovîtîyên ku li dijî gelê Sûrîyê hatine kirin, dê bihêle ku aştîya berdewam li Sûrîyê dûrî dest be,” wê da zanîn.

XS
SM
MD
LG