Accessibility links

Breaking News

Destê Talîbanê Ser Jin û Keçên Afganî Hêzdartir Dibe


Amerîka piştevanîyê dide banga gelê Afganî ku jin vegerin ser kar û jin û keç vegerin dibistanê û zanîngehê.

Destê Talibanê Ser Jin û Keçên Afganî Hêzdartir Dibe
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:15 0:00

Balyozê Amerîkayê Robert Wood, Nûnerê Alternatîf ji bo Karûbarên Siyasî yên Taybet li NY got, "Rastiya li ser erdê zêdetirî salekê ye piştî desthilata Talîbanê li Afganîstanê gelek xirab e."

Talîbanê karmendên jin yên rêxistinên nehikûmî yên netewî û navnetewî, anjî NGO, li cihê kar qedexe kirine. Ev yek bi mîlyonan Afganiyên ku ji bo jîyana xwe bi alîkariya mirovahî ve girêdayî ne dixe metirsiyê, ji ber ku rêxistinên sivîl - digel xebatkarên wan yên jin - di gihandina vê harîkariyê de gelek girîng in. Wekî din, ev yek bi neheqî beşdarbûna jinên Afganî li cîhê kar sînordar dike. Amerîka bang li Talîbanê dike ku bi lezgînî vê biryarê paşde bikişîne.

Di serê meha Kanûnê da, Talîbanê mafê jin û keçan li perwerdeya pola şeşan rakir. Peyvdarê Wezareta Derve Ned Price li dijî vê helwestê got:

"Amerîka, bi tundî, biryara Talîbanê ya nerast ya qedexekirina jinan ji zanîngehan, girtina dibistanên navîn bo keçan, û bi berdewamî sepandina sînordarkirinên din li ser şiyana jin û keçan li Afganîstanê ji bo pêkînana mafên xwe yên mirovî û azadiya wan ya bingehîn şermezar dike.”

Balyoz Wood got, "Ne tenê jin û keç di bin vê bandore da ne." "Me rapor dîtine ku Talîbanê ferman daye dadgeran da ku şîroveyek hişk ya qanûna Şerîetê bisepînin," ku di nav de pêkînana darvekirinê, birîna organên mirovan, û lêdan jî heye.

Gelek Afgan wan kiryarên Talîbanê bi berdewamî red dikin. Dema ku Talîban her ku diçe kiryarên xwe yên kevin dipejirîne, ew ji asayîbûna digel civaka navnetewî û ji rewabûna ku ew dixwaze dûr dikeve.

Balyoz Wood got ku Amerîka pabend e ku alîkariya gelê Afganîyên pêdivî bike.

"Me ji Tebaxa 2021an êreve zêdetirî 1.1 milyar dolar alîkarîya mirovahî pêşkêş kirîye, û em dê berdewam bin ku pêdivîyên Afganên hejar li Afganistanê û yên ku reviyane welatên cîran çareser bikin.

Amerîka piştevanîyê dide banga gelê Afganî ku jin vegerin ser kar û jin û keç vegerin dibistanê û zanîngehê, û herwiha berdewam rola xwe ya bingehîn binîn cih di dabînkirina alîkariyên mirovî û bingehîn de. Divêt Talîban rêzê li mafên sivîl, siyasî, aborî, civakî û kulturî yên jin û keçan li Afganîstanê bigire.

Rewabûn û piştevaniya ku Talîban ji civaka navnetewî dixwaze, bi rewabûna ku ew bi saya kiryarên xwe yên ji gelê Afganî werdigire dest pê dike.

XS
SM
MD
LG