Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken got, “Me dest bi dest digel civaka sivîl û digel rêberên civakî ji tevaya pêkhatên Olî û nijadî yên Îraqê kar kir da alîkariya wan bikin baş bibin û armîya Îraqê û serwerîya wê pêş bixin û her tiştekî pêdvî bike bo pîştrast bin careka din DAIŞ ne vegerte ve û serê xwe yê gemar hilnede.”
Di 3ê Tebaxa 2014an de terorîstên DAIŞê bajarê Şingalê li bakurê Iraqê kontrol kirin. Ew bajarî 90,000 kes têda dijyan ,û piraniya wan êzdî bûn, digel û hindek li kêmahîya Şîa jî dinav de bû.
Êzdî ji ber baweriyên xwe bûne armanca hovane ya DAIŞ’ê ewa dest biser şengalê de girtî û peristgehên Êzidiyan wêran kirin û sivîl ser jê kirin û bi hizaran kes koştin , bi taybet Zelam û Xort .
Çekdarên DAÎŞ ê bi hizaran kes revandin bi taybet jîn û keç û dest dirêjîya bi ser wan kir û kirin e koleyên seksî
Hêjayî bibîrxistinê ye, ji bilî Êzdiyan, DAIŞ’ê herwiha
Êrîşî kimahîyên din kir weko Şîa û Kirîstiyan
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken got, " Bi başi libîra meye, êş û jan û bê hivî bûna wê xelkê. Amerîka pêgir bû her tiştek ê ji destê wê bêt bike bo gohirîna wê rewşê û parastîna wan kesan ewên jiyana wan di metirsîyan.”
“Ez bawer dikim yek ji awayên herî watedar bo bîr anina 10 salaniyê – ne bi tenê bîranîn e lê rêzgirtina qurbaniyan e bi bihistîna serhatiyên wan e, da ewa bi serê wan hatî li bira me be û bi awayên cûde lê têbigehin.”
Li dawîya meha Tîrmehê, Wezîrê deve yê Amerîka di kombûnek ê digel rêberên civak a Êzidiyan got, “Me dest bi dest digel civaka sivîl û digel rêberên civakî ji tevaya pêkhatên Olî û nijadî yên Îraqê kar kir da alîkariya wan bikin baş bibin û armîya Îraqê û serwerîya wê pêş bixin û her tiştekî pêdvî bike bo pîştrast bin careka din DAIŞ ne vegerte ve û serê xwe yê gemar hilnede.”
Blinkin herwiha got, “Di wî heyamê de, me nêzîkî 500 milyon dolar, bi taybet bo vejandina civakên pitîr ziyan ji kirdarên DAIŞ pêkeftî xerc kirin. Ev dirave beşeke ji alikarîyên me pişkiş kirin bo ewên zêde pêdivî bi alikarîyan.”
Blinken got, “Ez bawer dikim me pêşkeftin bi dest xistîn lê karekî zêdetir di mine em bikin da ev pêşveçûne dewam bike
Zêdetirî Yek milyon Iraqî hişta divan Îraqş de derbiderin, di nav wan de nêzîkî 300,000 êzdî. 2600 êzdî winda ne û ne diyarin, em rijdin wan kesan bi binin û çarenivîsa wan bi zanin û yên sax rizgar bikin.”
Wezîr Blinken got, “Ez dixwazim tekez bikim, pêgirîya me bi piştgirî kirin a vejandina civakên pitîr ziyan bi destê DAIŞ ê pêkefti berdewam be û pêgirîn bi ciza kirina berpirsên vê trajediyê û piştrast bikin ev careka din çê nebe û careka din DAÎŞ ne vegerteve.”