Accessibility links

Breaking News

Roja Spasdarîyê


Demek di navbera 21ê Îlonê û 11ê maha 11 di sala 1621ê de, 53 mêr, jin û zarokên Îngîlîz digel 90 kesên ji eşîrên Amerîkîyên resen, jibo berhema xwe ya yekê li mala xwe ya nû, Kolonîya Plymouth ya îro li Massachusetts, beşdarî cejnekê bûn ku spasdarîya xwe nîşan bidin.

Roja Spasdarîyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:11 0:00
Direct link

Gelek tişt hebûn ku ew spasdar bûn. Hêşta salek berê, di nîvê meha 11, Mijdara sala 1620an de, ew beşek bûn ji koma 102 koçber û 30 karmendên keştîyeke bi navê Mayflower, ku bi wê gemîyê ew anîbûn axa Bakurê Amerîkayê. Ew Purîtan bûn, cûdaxwazên olî ku wekî radîkal dihatin zanîn û jiber vê yekê jî di nêranî hikûmeta welatê xwe ya Îngiltere de ew qanûnî nebûn.

Jiber ku ew ji tepeserkirina li Ewrupa bêzar bibûn, wan bar kir bo Kolonîya Virginia. Lê seqayê ziwistanê ew neçar kirin ku çengela keştîya xwe li Cape Cod danên ku 350 kîlometreyan bakûrê rojhilata qonaxa wan ya bijartî bû.

Digel wê yekê, koçberên hêvîdar biryar dan ku li ser axa li tenişta Cape Cod cîhê ku wan çengelên xwe berê danayî bi cîh bibin û dest bi damezrandina civakekê kirin ku ew li gor baweriyên xwe yên olî bijîn.

Ew sala yekê dijwar bû û hema hema dawîya koçberan anî berî ku ew bi cîh bibin. Di nav salekê de, nêzîkî nîvê 102 koçberan jiber birçîbûn, nexweşî û şert û mercên dijwar yên hewayê mirin. Lê berhema havînê baş bû û di payîzê de, 22 mêr, 4 jin, 9 kurên cîwan û 5 keçên cîwan û 13 zarokên biçûk digel cîranên xwe yên xwecîhî Wampanoagê civîyan de ku wê pîroz bikin.

Massachusetts ne eyaleta yekê bû ku îdia kiribû ku wê berî herkesî roja Spasdarîyê pîroz kiriye. Bêhejmar belgeyên dîrokî dîyar dikin ku gerokên Spanî û Koçberên din yên Îngilîz berî sala 1620an li Florida, Teksas, Maine û Virginia xizmetên olî yên spasdariyê pîroz kirin. Lê, ev pîrozbahîyên tekane yên xwecîhî bûn, di ezmuna demê de derbaz nebûn û dom nekirin. Jiber vê yekê, bi saya lobîya xurt ya eyaleta Massachusetts, Roja Spasdarîya nûjen cara yekê di sala 1863an de, bi daxuyanîya seroktîyê ya Abraham Lincoln bi fermî li hemî eyaletan hate damezrandin. Pîrozbahî ji alîyê serok Franklin Delano Roosevelt ve bo hefteya çaran ya meha 11, Mijdarê hat veguhastin.

Roja Spasdarî ji alîyê koçberan ve her wekî duaya spasîyê destpê kir jiber ku heke desteka cîranên wan yên xwecîhî nebûya bi îhtîmalek mezin ew di sala xwe ya yekê de li Bakurê Amerîkayê sax nediman.

Îro, her çend Roja Spasdarî civîneke ededî ya malbat û hevalan be jî, jiber gefên pandemîya COVID-19ê li ser jîyan û tendirustîyê, dê gelek kes bi tena serê xwe li mala xwe pîroz bikin û careke din spasîya xwe dê jibo şansekî paşerojeke geş pêşkêş bikin.

XS
SM
MD
LG