Accessibility links

Breaking News

Li Sûrîyê Rêya Pêşve


"Û tiştê ku em li ser disekinin ne bijartina rêgehekê jibo Sûrîyê ye, lê piştrastkirina wê yekê ye ku gelê Sûrî xwedî derfet in ku rêgeha xwe ya pêş bijêrin," Wezîrê Derve Antony Blinken got.

Li Sûrîyê Rêya Pêşve
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:08 0:00
Direct link

Wezîr Blinken vê dawîyê serdana Urdun û Tirkîyê kir, bi armanca alîkarîya hevsenkirina xebatên li seranserî herêmê yên jibo piştgirîkirina gelê Sûrî, wek ku wî di preskonferanseke de li Urdunê ji rojnamevanan re got, "di dema ku ew ji Esad dûr dikevin."

"Û tiştê ku em li ser disekinin ne bijartina rêgehekê jibo Sûrîyê ye, lê piştrastkirina wê yekê ye ku gelê Sûrî xwedî derfet in ku rêgeha xwe ya pêş bijêrin."

Wezîr Blinken anî ziman ku jibo serketinê, her hikûmetek veguhêztinê divê li gor hin prensîbên bingehîn tevbigere.

“Pêdivî ye ku ew berevanîya mafên hemû Sûrîyan, tevî yên kêmanîyan, jin jî bike û biparêze. Divê piştrast bike ku ew sazîyên dewletê diparêze, xizmetan pêşkeş dike. Divê em piştrast bikin ku her hikûmeteke demkî jî piştrast bike ku Sûrîye jibo terorîzmê, tundîyê wek bingehek neyê bi kar anîn û bi komên mîna DAIŞ’ê, jibo cîran yan jî hevbendên xwe, gefekî çê neke. Herwiha divê teqez bike ku hemû çekên kîmyayî werin ewle kirin û tune kirin.”

Wezîr Blinken dîyar kir ku di gotûbeja wî de ya bi hevbendên li herêmê re, "her kes hevbîr bû ku nêzîkatîyek yekgirtî hebe da ku gelek berjewendîyên me yên hevpar werin pêşve birin."

"Herwiha emê li ser astengkirina ti aktorek li hundir û derveyî welat pir bisekinin, yên ku berjewendiyên xwe yên piçûk bidin pêşîya berjewendîyên gelê Sûrî, bi taybetî di vê dema nazik de. Û, helbet di nav vê de DAIŞ jî heye, ya ku bêguman wê hewl bide ku jinûve kom bibe. Û ez bawer dikim ku tê destnîşan kirin Amerîka bi biryar e ku pêşî li pêkhatina vê yekê bigire."

Prensîbên ku wî dîyar kirin, wezîr Blinken got, "jibo destnîşan kirina hewcedarî, daxwazî, vîna gelê Sûrêyê ne; ne ferman nin ku divê mirov çi bikin, lê jibo ku ew xwedî derfet bin ku rêgeha xwe bişopînin."

“Ji dehsalan ve cara yekê ku derfeteke Sûrîyê heye ku bibe xwedîyê hikûmeteke ne di bin serwerîya dîktatorekî wek Esad de... ku ji alîyê hêzeke derve nayê kontrol kirin, ne di kontrola DAIŞ’ê de ye, lê di rastîyê de ji alîyê gelê Sûrîyê ve tê rêve birin û bersîva wan dide," wî got.

"Û," wezîr Blinken destnîşan kir "Em bi biryar in ku her tiştê ku ji destê me tê bikin, bi hevsengîyek e nêz ya bi hevkaran re kar bikin, da ku alîkarîya gelê Sûrî bikin ku vê hesretê bi cih bînin."

XS
SM
MD
LG