Accessibility links

Breaking News

Welatên Yekbûyî yên Amerîka Hêza IRRGC-Quds Dike Armanc


Quds-Hêza Pasdarên Şoreşa Îslamî milê bingehîn yê rejîma Îranê ye ku jibo meşandina sîyaseta xwe ya piştgirîya komên terorîst û serhildayan.

Welatên Yekbûyî yên Amerîka Hêza IRRGC-Quds Dike Armanc
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:49 0:00
Direct link

Li gor Neteweyên Yekbûyî, krîza mirovî ya li Yemenê li cîhanê krîza herî xirab e. Yemen jixwe welatek belengaz bû, berî ku pevçûn di sala 2015an da li wê derê mezin bûyî, lê şerê berdewam di navbera Hutîyan, ku Îran alîkarî û destekê didê û hêzên hikûmeta navnetewî tê naskirin bûye sedema wêranîyeke berfireh.

Wekî Wezîrê Derve Mike Pompeo di daxuyanîyeke dawîyê da got, "desteka Îranê bo Hutîyan nakokîyên li Yemenê zêde dike û bêaramîya welatî girantir dike." Serkêşîya wê destekê Hêza-Quds dike ku Hêza Pasdarên Şoreşa Îslamî milê bingehîn yê rejîma Îranê ye, jibo meşandina sîyaseta xwe ya destekdana komên terorîst û serhildayan.

Di 8ê meha 12 da, Welatên Yekbûyî Hesen Irlu xist lîsta reş, ku serbazekî Hêza Quds (IRGC-QF) e. Îranê vê dawîyê wekî nûnerê rejîmê bo serhildayên Hutî ew şandibû Sana. Her wekî ku Wezareta Xezîneyê ya Welatên Yekbûyî di daxuyanîyekê de dîyar kir, ”Îran netewek bi tenê ye ku bi fermî Hutîyan nas dike û qaşo nûnertîyê bo wan destnîşan dike. Bi salan e, Irlu piştgirî dide hewildanên Hêza Qudsê (IRGC-QF) yên dabînkirina çekên nûjen û rahênana Hutîyan… Irlu têkilîyên xwe digel Fermandarê berê yê Hêza Quds (IRGC-QF) Qasim Silêmanî didomand. Di heman demê da wî perwerdehî daye endamên Hîzbullahê li Îranê.”

Wezîrê Derve Pompeo dîyar kir ku "bi şandina Irlu bo Yemenê, Hêza Quds (IRGC-QF) nîyeta xwe ya zêdekirina desteke bo Hutîyan nîşan dike û hewildanên navnetewî jibo giheştina pêkhatineke ser danûstandinan aloztir dike. Wî got, "Welatên Yekbûyî berdewam piştgirî dide hewildanên ... jibo sanahîkirina agirbest û çareserîyeke sîyasî. "

Di 8ê meha 12 de, Welatên Yekbûyî Zanîngeha Navnetewî ya Al-Mustafa ya li Îranê jî destnîşan kir jibo sanahîkirina hewildanên wergirtina kesan bo Hêza Quds (IRGC-QF) li gelek şaxên xwe yên navnetewî. Welatîyekî Pakistanî Yusif Alî Mufaj, ku ketiye nav hewildanên Hêza Quds (IRGC-QF) jibo plansazî û pêkanîna operasyonên li Rojhilata Navîn û li Welatên Yekbûyî, herwiha hate ceza kirin.

Wezîrê Derve Pompeo got: " Hêza Quds (IRGC-QF) ji her firsetê sûdê werdigire da ku rojeva xwe ya tund û talanker pêşve bibe, di heman demê da nakokîyên li seranserê Rojhilata Navîn bi kar tîne û bi zorê kesên belengaz li ser navê rejîma Îranê dide şer kirin." Wî serde got "Welatên Yekbûyî dê hemî amûrên heyî bikar bîne ku wê helwesta xirabker eşkere bike û li hember wê rawiste."

XS
SM
MD
LG