Accessibility links

Breaking News

Meylên 2022'an ji ya Raporta Azadîya Olî ya Navnetewî


Wezareta Derve ya Amerîkayê herî dawî rapora xwe ya sala 2022 ya li ser azadiya olî ya navneteweyî eşkere kir.

Meylên 2022'an ji ya Raporta Azadîya Olî ya Navnetewî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:20 0:00
Direct link

Wezareta Derve ya Amerîkayê herî dawî rapora xwe ya sala 2022 ya li ser azadiya olî ya navneteweyî eşkere kir.

Rapora salane ya Kongreyê rewşa azadiya olî li her welatekî diyar dike.

"Ya yekem, gelek hukûmet bi serbestî berdewam dikin ku endamên civata baweriyê di nav sînorên xwe de bikin armanc."

"Rûsya, welatekî ku cihê nîgeranîyê ye ji bo sala duyemîn li pey hev, bi berdewamî civakên bawerî yên di nav sînorên xwe de û ji derveyî wê dike armanc."

"Komara Gel ya Çînê bi piranî Misilmanên Uygur li kampên ji nû ve perwerdekirinê da desteser kirin, girtin û qedexe kirin.

"Li Afganîstanê, endamên civakên ku ramana olî ya teng ya Talîbanê erê nekin divê nasnameya xwe ya olî veşêrin an jî ji bo ewlehîya xwe birevin."

"Mijarek duyemîn û meyla ku rapor ronî dike sinordarkirina zêde ya hukûmetê ye li ser gihîştina cîhên pîroz û cihên nivêjan."

"Me hemûyan wêneyên xemgîn yên sivîlên Ukraynayê dîtin ku di nav kavilên dêrên xwe yên bedew û dîrokî da derbas dibûn yên ku ji ber şerê hovane yê Rûsyayê hatine wêrankirin."

"Uyguran dît ku Hikûmeta Çînê mizgeft û goristanên wan wêran dike anjî wan jibo armanên nû bi kar tîne."

"Ya Sêyem, gelek welat berdewam dikin ku qanûnên dûrketina ji olekê, bêhûrmetîya olî, û li dijî guhertina olî û polîtîkayên têkildar derdixin."

"Ev qanûn êrîşên rasterast in li ser mafê azadiya ol û baweriyê."

"Ya Çarem, rapor ronahiyê dide ser pêwîstîya hukûmetan ku ji bo hemîyan derfeta wekhev ya gihişyina xizmetguzarîyên seretayî misoger bikin."

"Ol dikare bibe hêzek wisa bi hêz ji bo qenciyê li cîhanê."

"Em soz didin ku em dê hewildanên xwe du qat zêde bikin da ku bo her kesê, li her herêmekê rêzgirtina zêdetir bo azadiya ol û baweriyê dabîn bikin."

XS
SM
MD
LG