Accessibility links

Breaking News

Trump bo Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî


Serok Donald Trump da zanîn ku cîhan di têkoşînek gerdûnî ya mezin de ye: "Me şerekî dijwar li dijî dijminê nedîtbar - vîrusa Çînê – kir ku li 188 welatan bêhejmar kes kuştine."

Trump bo Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:08 0:00
Direct link

Di axaftina bo Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, Serok Donald Trump da zanîn ku cîhan di têkoşîneke gerdûnî ya mezin de ye: "Me şerekî dijwar li dijî dijminê nedîtî - vîrusa Çînê – kir ku li 188 welatan bêhejmar kes kuştine."

Serok Trump got Welatên Yekbûyî yên Amerîka li dijî COVID-19ê bizaveke xurt destpê kiriye, di nav da çêkirina vantîlatorên zêde û dermanên bi bandor hene ku digel netewên hewcedar were parve kirin. Nûke jî sê vaksîn di asta dawîn ya ceribandinên klînîkî de ne, Serok Trump got.

"Emê vaksînekê belav bikin, emê vîrusê têk bibin, emê pandemîyê biqedînin û emê derbazî serdemeke nû ya nedîtî ya dewlemendî, hevkarî û aştîyê bibin."

Wî di heman demê de got ku divê rêberên Çînê hesabê kiryarên xwe bidin:

"Di rojên destpêka vîrusê de, Çînê hatûçûya navxweyî qedexe kir, lê destûr da firînan ku ji Çînê biçin derve û cîhan tûşî wê nexweşîyê kir...Hikûmeta Çînê û Rêxistina Saxlemîya Cîhanê, ku bi rastî di bin kontrola Çînê de ye, bi dirû ragihand ku ti delîl tune ku virus ji mirovan derbaz dibe."

Serok Trump rijdî li Neteweyên Yekbûyî kir da ku Çînê ji binpêkirinên jîngehê berpirs bigire:

"Çîn, her sal bi mîlyon tonên plastîkê û kirşê davêje deryayan, derbazî deryayên welatên din dibe, cîh û warên mezin yên zinarê mercanan wêran dike û ji hemû welatên cîhanê pirtir jahrê dişîne atmosferê. Emîsyona karbonê ya Çînê nêzîkî du caran ji ya Welatên Yekbûyî yên Amerîka bilindtir e.

Heke Neteweyên Yekbûyî bibe rêxistineke bi bandor, Serok Trump got, "divê ew li ser pirsgirêkên rastîn yên cîhanê yên wek terorîzm, zordarîya ser jinan, xebata bi zorê, bazirganîya madeyên hişber, bazirganîya mirov û ya zayendî, tepeserkirina olî û daperçîna etnîkî ya kêmahîyên raweste.”

XS
SM
MD
LG