Wezîrê Derve Anthony Blinken got ku aştîyeke dadmend û mayînde divê prensîbên serwerî, yekgirtîbûna axê û serxwebûnê piştrast bike.
"Aştîyeke dadmend û mayînde ku divê mafê Ukrayna ya bijartina rêgeha xwe, hevalbendên xwe, siberoja xwe, biparêze."
Wezîrê Derve Antony Blinken di Civîna Wezîran ya Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ser Ukrayna de got ku Vladimir Putin "wê şerê xwe yê nerewa" ya dijî Ukraynayê bidomîne û destnîşan kir ku tevî vê yekê jî, jibo bidawîkirina şer, du gavên lezgîn û hevre girêdayî hene ku divê civaka navnetewî bavêje.
"Pêşî, divê em hevkarîya xurt ya Rûsyayê ya bi Koreya Bakur û Îranê çareser bikin," wî got.
“Îran ji 2022’an vir ve dronên çekhilgir dide Kremlînê. Li Rûsyayê kargehek dronan damezrand. Tenê çend hefte berê bi sedan muşekên balîstîk yên menzîlkurt şandin Rûsyayê û Tehranê karmendên leşkerî yên Rûsî li Îranê perwerde kirin ku çawa van çekan bixebitînin,” Wezîr Blinken got.
"Di vê navberê de, Koreya Bakur bi trenan çek û cebilxane radestî Rûsyayê kirin ku di nav de muşekên balîstîk, roketavêj û bi mîlyonan guleyên topan hebûn," wî got.
Wezîr Blinken dîyar kir ku gava duduyan jibo çareserkirina aştîyane ya pevçûnê dîtina rêgeheke ye.
"Li vir berpirsîya me hemûyan heye ku em piştgirî bidin banga Ukrayna ku jibo aştîyeke dadmend û mayînde," wî got.
Wezîr Blinken got ku aştîyeke dadmend û mayînde divê prensîbên serwerî, yekgirtîbûna axê û serxwebûnê piştrast bike.
"Aştîyeke dadmend û mayînde ku divê mafê Ukrayna ya bijartina rêgeha xwe, hevalbendên xwe, siberoja xwe, biparêze," wî got.
Wezîr Blinken bal kişand ku jibo aştîyek dadmend û mayînde, beşdarbûn û razîbûna xurt ya Ukrayna hewce ye."
"Divê aştîyeke dadmend û mayînde piştgirî bide jinûve avakirin û qenckirina Ukraynayê û divê Rûsya mesrefên zararên ku ew bûye sedem rake ser xwe," wî got.
Wezîr Blinken dîyar kir ku aştîyeke dadmend û mayînde divê hem berpirsîyê rake, hem jî lihevhatinê misoger bike.
"Yek ji erkên serekî yên Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî ew e ku bi awayekî aştîyane pevçûnan çareser bike. Lê, şewazê ku civat hewil dide vê pevçûnê bi dawî bike girîng e," wî got.
Wezîr Blinken anî ziman ku welatên din pêşnîyarên xwe dîyar kirin - hin ji wan cudahî nakin navbera êrîşkar û alîyê mexdûr û bang li hemû alîyan dikin ku alozîyê kêm bikin.
"Wateya pêşnîyareke ser van xetan wê xelatkirina êrîşkarîya Putin be û mîna ku gelek caran kiriye, bihêle ku Putin bêhna xwe vede, xwe jinnûve biçek bike û jinûve êrîşî Ukraynayê bike. Herwiha, ewê cesaretê bide wan kesên li her alîyê cîhanê ku hizira êrîşan dikin,” wî got.
Wezîr Blinken bi bîr xist ku "mîna ku dîrok me hîn dike, aştîya bê prensîb rê li ber pevçûnên zêdetir, êşên zêdetir, bêaramîya zêdetir vedike. “
“Loma, jibo hemî dewletên ku dixwazin ev pevçûn demûdest û mayînde bi dawî bibe- rêya herî zû ya ber bi pêş ve zelal e: kesên ku êrîşkarîya Putin hêsan dikin bisekinînin û daxwaza aştîyeke dadmend bikin ku prensîbên Peymana Neteweyên Yekbûyî diparêze," wî got.