Accessibility links

Breaking News

Amerîka Û Hevalbendan Rûsya jibo Êrîşê Ceza Dikin


Amerîka û gelek hevpar û hevalbendên wê, cezayên blokirina temam danîne ser her deh dezgehên darayî.

Amerîka Û Hevalbendan Rûsya jibo Êrîşê Ceza Dikin
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:59 0:00

Sibeha 24'ê Subatê, Rûsya dest bi êrîşeke mezin û kujer li dijî cîrana xwe ya biçûktir Ukraynayê kir. Serok Joe Biden got, ”Artêşa Rûsî dest bi êrîşeke hovane li dijî xelkê Ukraynayê kir, Bê sedem, bê bihane, bê pêwîstî. Ev êrîşeke bi mebest e.”

“[Serokê Rûsya Vladimir] Putin êrîşker e. Putin ev şer bijart. Û niha ew û welatê wî dê encaman hilgirin. Îro, ez hin cezayên din yên tund erê dikim û hinartinan hin tiştan bo Rûsyayê sînordar dikim. Ev dê buhayên giran yên dembidest û demdirêj li aborîya Rûsyayê bisepîne. Me ev ceza bi mebest dîzayn kirine da ku bandoreke kêmtir li ser Amerîka û hevalbendên me hebe.”

Amerîka û gelek hevpar û hevalbendên wê, cezayên blokirina temam danîne ser her deh dezgehên darayî yên herî mezin yên Rûsyayê ku bi hev re nêzîkî 80% ji sermîyanên kerta bankî ya Rûsyayê hildigirin.

“Emê kanîna Rûsya ya karkirina bi Dolar, Euro, Pound, û Yen sînordar bikin ku bibe beşek ji aborîya cîhanî. Emê kanîna wê sînordar bikin. Emê dê rê li şîyana wê ya geşkirin û piştgrîya darayî ya leşkerê Rûsyayê bigirin. Emê pêşbazîya wê ya di warê teknolojîya bilind ya aborîya sedsala 21'ê de lawaz bikin... Hin bandorên herî bihêz yên cezayên me dê bi demê re encam bidin, di demekê de ku emê givaşan deynin ser gihîştina Rûsya ya çavkanîyên darayî û teknolojî jibo kertên stratejîk yên aborîya wê û emê hêza wê ya pîşesazî jibo salên bê hilweşînin. Di navbera kiryarên me û yên hevalbendên me de, em texmîn dikin ew dê bêhtirî nîva hinartinên Rûsya yên teknolojîya ya bilind bibirin.”

Serok Biden got:

“Ew dê derbeyekê li şîyana wan ya berdewamîya nûjenkirina leşkerî bide. Ew dê pîşesazîya wan ya berevanî, esmanî û deryayî hilweşîne. Û dê derbeyeke mezin be li xewnên Putin yên stratejîk û demdirêj.”

Biden got:

“Bijara Putin ya şerê ne rewa li ser Ukraynayê, dê Rûsya lawaztir û cîhanê bêhêztir bike.”

Wî got:

“Azadî, demokrasî, rûmeta mirovahî, ev gelekî bihêztir in ji tirs û zordarîyê. Ew bi zordarên wek Putin û artêşên wî tune nabin. Ew bi çi qebareyeke tirsandin û tundûtûjî ji dilê xelkê nayên derxistin. Ew dimînin.”

XS
SM
MD
LG