Accessibility links

Breaking News

Amerîka Daxwaza Berdana Girtîyê Îranî Vahîd Afkarî Dike


Alîkarê Berdevikê Wezareta Karên Derve yê Amerîka Vedant Patel got, "Vahîd Afkarî niha 1000 roj in di şaneya yek kesî de maye."

Amerîka Daxwaza Berdana Girtiyê Îranî yê Vahîd Afkarî Dike
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:12 0:00
Direct link

Amerîka daxwaza berdana girtîyê Îranî yê bi nerewayî hatîye girtin Vahîd Afkarî kir.

Vahîd birayê sporvanê şampîyon yê Îranî Navid Efkarî ye, ku di sala 2020an de ji alîyê karbidestên Îranê ve bi dizîve hatibû darve kirin û Amerîka ew wek "kiryareke bêwijdanî" bi nav kiribû.

Navid û Vahîd û birayê sêyê, Hebîb, di sala 2018an da piştî ku bi awayekî aştîyane tevlî xwenîşandanên li bajarê xwe Şîrazê bûn, hatibûn girtin. Xwepêşandanên wê demê li ser pirsgirêkên aborî derketibûn û jibo protestokirina desthilata zordar ya rejîmê berfireh bûn.

Navid Afkarî jibo tawanên ku wî nekirine qebûl bike rastî êşkenceyê hat û rastî dadgeheka pir neheq hat. Bi dehan sal cezayê girtîgehê li Vahîd û Hebîb Afkarî hate birîn. Hebîb piştî ku 550 rojan di hucreyeke yek kesî de ma di Adara 2022’an de hat berdan.

Alîkarê Berdevikê Wezareta Karên Derve yê Amerîka Vedant Patel got, "Vahîd Afkarî niha 1000 roj in di şaneya yek kesî de maye."

Vahîd jî wekî birayê xwe Navîd bi neheqî hat desteser kirin û rastî êşkenceyê hat ku gotinên sexte ser xwe bêje û piştî dadgehkirineke nerewa 33 sal û 9 meh cezayê girtîgehê û lêdana 74 qamçîyan li wî hat birîn.

Reftara dijî Vahîd rewşa karbidestên dadwerî yên Komara Îslamî nîşan dide ku têkilîya wan bi dadmendîyê ve tuneye, lê hewl didin tirsê bixin dilê gel û xwepêşanderan.”

Xwepêşandanên ku di sala 2017 û 2018an de li Îranê pêk hatin, heta wê demê, xwenîşandanên herî mezin yên ji dema Şoreşa Kesk ya 2009an vir ve bûn.

Xwepêşandanên li seranserê welêt dijî rejîmê piştî kuştina Kurda Îranê ya 22 salî Mahsa Jîna Emînî ya meha Îlona 2022an ya bin destê polîsan da ji her du xwepêşandanan mezintir bûn. Di wan xwepêşandanan de bi deh hezaran kes hatin girtin.

Ofîsa Kontrolkirina Hebûnên Bîyanî ya Wezareta Xezîne ya Amerîka ji Îlona 2022an vir ve 11 caran ambargo danîne ser rejîma Îranê û pêkhateyên ewlehîya wê û berpirsên wê yên ku di tepeserkirina xwenîşandanên aştîyane de cîh girtine.

Berdevik Patel got, "Emê jibo "binpêkirinên giran yên mafên mirovan" gavên xwe bavêjin ku rejîma Îranê berpirs bigirin.

Di vê navberê de wî got, Amerîka dixwaze balê bikşîne ser dosyaya Vahîd Afkarî.

"Em careke din bang li karbidestên Îranê dikin ku Vahîd û hemû Îranîyan, di nav de gelek ciwan, ku ji ber bikaranîna mafên xwe yên mirovî li girtîgehê mane, yên azadîya derbirînê jî, azad bikin."

XS
SM
MD
LG