Accessibility links

Breaking News

Amerîka, Taktîkên Zordestî Yên Navnetweyî Yên Hong Kongê Şermezar Dike


Berdevikê wezareta derve Matthew Miller di daxuyanîyekê de dîyar kir ku, "Em hewlên hikûmeta Hong Kongê yên jibo tirsandin û bêdengkirina kesên ku bijartine ku Amerîkayê bikin malê xwe, red dikin."

AMERÎKA, TAKTÎKÊN ZORDESTÎ YÊN NAVNETWEYÎ YÊN HONG KONGÊ ŞERMEZAR DİKE
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:02 0:00
Direct link

Amerîka, hikûmeta Hong Kongê jiber fermanên nû ya girtinan û xelatên diravî jibo girtina şeş çalakvanên demokrasîyê yên li derveyî welat û herwiha jiber betalkirina pasaportên heft çalakvanên din, ku hin li Amerîka dijîn, şermezar dike.

Polîsê ewlekarîy neteweyî ya Hong Kongê di dawîya Berfanbarê de pêleke nû ya fermanên girtinê derxist, ligel 1 mîlyon dolarên Hong Kongê, yan jî nêzî 130 hezar dolarên Amerîkî, xelatê diravî jibo girtina şeş parêzvanên mafan yên Hong Kongê ku li derveyî welêt in. Di nav armancên herî dawî de Carmen Lau, Chloe Cheung, Tony Chung, Chung Kim-wah, Victor Leung Mau-ho û Joe Tay hene. Ew bi tawanên ewlekarîya niştimanî têne sûcdar kirin, ku di nav de tawanên wek bi rêkên post û axaftinên medya civakî hevkarîya bi hêzên biyanî re û teşwîqkirina veqetînê jî hene. Heft parêzvanên mafan ku herî dawî pasaportên wan hatine betalkirin Ted Hui, Anna Kwok, Elmer Yuen, Dennis Kwok, Kevin Yam, Frances Hui û Joey Siu ne.

Ew herwiha jiber parêzvanîya mafên mirovan re, jibo girtinê rûbirûyê xelatên diravî yên navneteweyî mane. Di Hezîrana 2024’an de, hikûmeta Hong Kongê pasaportên şeş çalakvanên ku li Brîtanya ne, betal kir. Û di Tîrmeh û Berbanbara 2023’an de, hikûmeta Hong Kongê, di çarçoveya Qanûna Ewlekarîya Neteweyî ya 2020’an de, jibo 13 çalakvanên ku li Amerîka, Brîtanya, û Avusturalya dijîn, fermanên girtinê û xelatên diravî ragihand.

Berdevikê wezareta derve Matthew Miller di daxuyanîyekê de dîyar kir ku, "Em hewlên hikûmeta Hong Kongê yên jibo tirsandin û bêdengkirina kesên ku bijartine ku Amerîkayê bikin malê xwe, red dikin."

"Amerîka dev ji parêzvaniya xwe ya jibo kesên ku tenê jiber karanîna mafê xwe yê azadîya derbirînê têne hedefgirtin, bernade," wî got.

Berdevik Miller destnîşan kir ku karanîna qanûnên ewlekarîya neteweyî ya Hong Kongê li derveyî welêt cureyek zordestîya navneteweyî ye, û wî bi berdewamî got ku “ev yek li ser serwerîya Amerîka û mafên mirovan û azadîyên bingehîn yên mirovan yên li seranserî cîhanê gefê çê dike."

"Ev kiryarana nîşan didin ku karbidestên Hong Kongê guh nadin pîvanên navneteweyî mafên azadîya derbirînê û kombûnên aştiyane," Miller got.

Amerîka bang li "hikûmeta Hong Kongê dike ku dev ji karanîna qanûnên ewlekarîya neteweyî berde da ku rexnegiran bêdeng bike."

XS
SM
MD
LG