Accessibility links

Breaking News

Welatên Yekbûyî Fînansorên DAIŞ’ê Destnîşan Dike


Di hewlekê de ku hilberîn û veguhestinên çavkanîyên grubê DAIŞ’ê asteng bike, Welatên Yekbûyî sê kes û sazîyek bi DAIŞ’ê ve girêdayî destnîşan kirin.

Welatên Yekbûyî Fînansorên DAIŞ’ê Destnîşan Dike
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:43 0:00

Tevî ku Hevpeymanîya Navnetewî bi pêşengîya Welatên Yekbûyî xîlefeta DAIŞ’ê li Îraq û Sûrîyê di sala 2019'an de têkbiribe jî, DAIŞ çalak e û têkilîyên xwe digel sîstema darayî didomîne. Li welatên seranserê Rojhilata Navîn DAIŞ xwe dispêre xizmetên karsazên darayî ku destûrê dide DAIŞ’ê ku veguhestina diravên xwe veşêre.

Di hewleke ku hilberîn û veguhestinên çavkanîyên gruba DAIŞ’ê asteng bike, Welatên Yekbûyî sê kes û sazîyek bi DAIŞ’ê ve girêdayî destnîşan kirine.

Alaa Khanfurah li gor Biryarnameya Rêvebirîyê ya 13224, wekî hat guhertin, jibo alîkarî, piştgirî yan jî dabînkirina kelûpelên darayî, piştgirîya teknolojîk yan jî fînansman û xizmetên din yên jibo DAIŞ’ê hatiye destnîşan kirin. Karsazîya karûbarê diravî ya Khanfurahî ku navenda wê li Tirkîyê ye, bo endamên DAIŞ’ê li seranserê Sûrîyê dirav hinartine û jibo alîkarekî diravî yê DAIŞ’ê bi hezaran dolar pere şandine.

Kompanîya Al-Fay û Idris Ali Awad al-Fay li gor Biryarnameya Rêvebirîyê ya 13224, wek hatiye guhertin, jibo alîkarî, piştgirî yan jî dabînkirina kelûpelên darayî, piştgirîya teknolojîk yan jî fînansman û xizmetên din yên jibo DAIŞ’ê hatiye destnîşan kirin. Idris Ali Awad al-Fay, ku niha di girtigeha Îraqê de ye, kompanîya Al-Fay ya bingeha li Tirkîyê ser navê DAIŞ’ê bo alîkarîya belavkirina diravan li seranserê cîhanê bi kar anîye.

Îbrahîm Ali Awad al-Fay li gorî Biryarnameya Rêvebirîyê ya 13224, wekî hatiye guhertin, jibo xwedîbûn, rasterast yan jî nerasterast kontrolkirina, Kompanîya Al-Fay hatiye destnîşankirin. Îbrahîm el-Fay, birayê Îdrîs el-Fay, Kompanîya Al-Fay ya bingeha wê li Tirkîyê rêve dibe dema ku Îdrîs el-Fay amade nebe. Idris el-Fay û Îbrahîm Ali ‘Awad al-Fay bo DAIŞ’ê dirav şandine.

Welatên Yekbûyî û endamên din yên Dijî Fînansmana rêxistina DAIŞ’ê jibo redkirina çavkanîyên DAIŞ’ê pedivî pê heyî bo karûbarê terorîstî û çalakîyên tawanbar û bo jinûve sehildana grubê pabend dimînin.

XS
SM
MD
LG