Accessibility links

Breaking News

U.S. Designates Libyan National for Human Rights Abuses


Amerîka hemwelatîyê Lîbyayê Usame El Kunî Îbrahîm li gorî Fermana Rêvebirîyê ya 13726 destnîşan kiriye, jiber têkilbûna wî di binpêkirinên giran yên mafên mirovan ya dijî koçberan li Lîbyayê de.

Amerîka jiber Binpêkirinên Mafên Mirovan Hemwelatîyê Lîbyayî Destnîşan Dike
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:48 0:00

Amerîka hemwelatîyê Lîbyayê Usame El Kunî Îbrahîm li gorî Fermana Rêvebirîyê ya 13726 destnîşan kiriye, jiber têkilbûna wî di binpêkirinên giran yên mafên mirovan ya dijî koçberan li Lîbyayê de.

El Kunî rêvebirê Navenda Desteserkirinê ya el-Nasr e li Zawiya, Lîbyayê, û jiber têkilbûna wî girtîgeh wekî "girtîgeha Usama" tê zanîn.

El Kuni, ku wekî şahê qaçaxçîtîya koçberan tê zanîn, li navenda desteserkirinê bi awayekî rêkûpêk di binpêkirinên mafên koçberên Afrîkî de cîh digire.

El Kuni û kesên di bin rêberîya wî de, bi destdirêjîya zayendî, lêdan, birçîkirin û reftarên din yên xirab, li dijî koçberên li navenda desteserkirinê têkilî binpêkirina mafên mirovan yên giran bûne.

Andrea Gacki, Rêvebirê Ofîsa Kontrolkirina Samanên Bîyanî, got "Jiber toleyên ku ji alîyê Neteweyên Yekbûyî ve hatine sepandin, Wezareta Xezîneyê vê kiryarê dike, da ku berpirsîyarîyê teşwîq bike û çalakîyên neqanûnî eşkere bike yên kesên ku xirabîyê dikin dijî koçberên ji Lîbyayê derbas dibin bo peydakirina jîyaneke baştir û ewletir."

Gacki bi berdevamî got "Emê digel civaka navnetewî hevkarîyê bikin bi rêya toleyan û amûrên din da ku piştgirîyê bidin wan qurbanên ku reftara nemirovane digel wan hatiye kirin û yên ku di binpêkirinên mafên mirovan de cîhgirtî îzole bikin."

Di encama vê destnîşankirinê da, divê hemû mal û milkên El-Kunî yên li Amerîkayê, yên di destê yan jî di bin kontrola kesên Amerîkî de, werin asteng kirin û bo Ofîsa Kontrolkirina Samanên Biyanî were ragihandin.

Wezîrê Derve Antony Blinken got, “Emê xebata xwe digel civaka navnetewî bidomînin û bo piştgirîya qurbanan û bo destnîşankirina wan kesên di binpêkirinên mafên mirovan cîhgirtî de, hemû amûrên berdest bi kar bînin.

Blinken herwiha got, Em bang li Hikûmeta Yekîtîya Netewî ya Lîbyayê dikin ku El Kunî û kesên din yên mafên mirovan binpê dikin, berpirs bigirin."

XS
SM
MD
LG