Accessibility links

Breaking News

Amerîka jibo Alîkarîkirina Gelê Sûrî Toleyan Sivik Dike


Ev gav misoger dike ku tole peydakirina elektrîk, enerjî, av, û paqijî jî di nav de, xizmetên bingehîn û berdewamîya kar û barên rêvebirîyê li seranserî Sûrîyê asteng neke," Cîgirê Wezîrê Xezîneyê Wally Adeyemo got.

Amerîka jibo Alîkarîkirina Gelê Sûrî Toleyan Sivik Dike
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:29 0:00
Direct link

Amerîka toleyên li ser alîkarîyên mirovahî yên jibo Sûrîyê sivik kir ku di vê dema veguhestina siyasî de alîkarîya gelê Sûrîyê bike.

Sûrîye, li cîhanê yek ji welatên ku herî zêde ketye bin toleyan e, wek bersîvdana zordestîya serokê berê Beşar Esad, yê ku bi tepeserkirina hovane ya xwepêşandanên dijî hikûmeta xwe, şerekî navxweyî yê 13 salî da destpê kirin.

Di 8’ê Berfanbarê de, desthilata Esad bi dawî bû, dema ku serhildayên îslamî, bi pêşengîya koma Heyat Tehrîr el-Şam, an jî HTŞ, ketin Şamê û Esed neçar kirin ku ew here sirgûnê.

Di hefteyên piştre de, HTŞ ku berê hevbenda el-Qayde bû, hikûmeteke demkî ya defakto ava kir.

Di 6’ê Rêbendanê de, Wezareta Xezîneyê ya Amerîka dîyar kir ku ew jibo hin çalakî û veguhestinên darayî yên li Sûrîyê destûrnameyek giştî ragihandîye.

"Ev gav pabendbûna Dewletên Yekbûyî dîyar dike, jibo piştrastkirina ku toleyên Amerîka, tevî peydakirina xizmetên giştî yan alîkarîya mirovahî, rê li ber çalakîyên jibo peydakirina hewcedarîyên bingehîn yên mirovahî, nagire. Dema ku hikûmeta Amerîkî çavdêrîya rewşa rûdanên li ser erdê didomîne, ev destûrname jibo şeş mehan derbazdar e, " Wezareta Xezîneyê di daxuyanîyekê de got.

Tevî ku Dewletên Yekbûyî, jibo rêberê HTŞ Ehmed el-Şeraa, ku bi navê Mihemed el-Culanî jî tê zanîn, danîna xelata diravî betal kiriye jî, piranîya toleyên Amerîka yên dijî Sûrîyê berdewam dikin.

Karbidestên Rojavayî, ku di nav wan de ji Dewletên Yekbûyî jî heye, bi el-Şeraa re hevdîtin kirin, û daxwaz ji wî kirin ku hikûmeta wî ya defakto jibo pêdivî û mafên hemû Sûrîyan bersîvdar bibe.

Di Berfenbarê de, Serok Joe Biden hişyarî da ku rêberên nû yên Sûrîyê "bixwe xwedî tomarên xirab yên terorîzmê û binpêkirinên mafên mirovan in". Û wî dîyar kir ku, "ew niha tiştên rast dibêjin, lê dema ku ew berpirsîyeke mezintir digirin ser xwe, emê ne tenê gotinên wan, lê kiryarên wan binirxînin."

Di ragihandina sivikkirina toleyan jibo alîkarîyên mirovahî de, Wezareta Xezîneyê bal kişand ser "şertên awarte" yên niha li Sûrîyê û xwesteka "Amerîka" ya "piştgiriya gelê Sûrî bike dema ku ew siberojeke pirtir bi hêvî, ewledar û aramtir ava dikin."

Di destûrnameya giştî ya ku Wezareta Xezîneyê ragihandîyê de, tê gotin ku wê destûrname alîkarîyê bike "ku tole xizmetên bingehîn û berdewamîya kar û barên rêvebirîyê li seranserî Sûrîyê asteng neke, ku di nav de peydakirina elektrîrîk, enerjî, av, û paqijî jî hene".

Cîgirê Wezîrê Xezîneyê Wally Adeyemo ragihand, "Di vê qonaxa veguhêz de, Wezareta Xezîneyê wê piştgirîya alîkarîyên mirovahî û rêvebirîya berpirsane li Sûrîyê bidomîne."

XS
SM
MD
LG