Accessibility links

Breaking News

Amerîka Jinûve Tevlî Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê Dibe


Serok Joe Biden nameyek îmza kir û tê de ji biryara serokê berê Donald Trump a vekişîna ji Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) vegerîya.

Amerîka Jinûve Tevlî Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê Dibe
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:32 0:00

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka di nava Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) de dimîne. Yekser piştî sondxwarinê, Serok Joe Biden nameyek îmza kir û tê de ji biryara serokê berê Donald Trump a vekişîna ji WHO vegerîya.

Cîgira serok Kamala Harris bi telefonê ligel Rêvebirê Giştî yê Rêxistina Saxlemîyê ya Cîhanî Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus axifî ku biryara Amerîka ya ji vegera ji vekişîna ji WHO, cîhanîna pêgirîyên xwe yên darayî û wek hevpareke berhemdar karkirina jibo bihêzkirin û nûjenkirina WHO gotûbêj bike.

Cîgira serok Harris bal kişand ku ew û Serok Biden bawer dikin ku WHO ji kontrolkirina COVID-19 û avakirina tendirustîyeke baştir a cîhanî û amadekarîyên jibo pendemîyê gelek girîng e.

Dr. Antony Fauci jibo Kombûna Desteya Rêvebir ya 148an ya WHO wek serokê şanda Amerîkî hatibû bi nav kirin. Dr. Fauci wê civînê de got, “Ez jî ligel hevkarên xwe yê nûner, jibo rola wê ya pêşengîya bersîvdana saxlemîya giştî li dijî pandemîyê spasîya Rêxistina Saxlemîyê ya Cîhanî dikim.”

“Rêveberîya Biden herwiha bi nîyaz e ku bi temamî tevlî pêşvebirina bijûnîya cîhanê bibe, piştgirîya ewlekarîya tendirustîya cîhanê û acendeya Ewlekarîya Tendiristîya Cîhanê bike û jibo hemî gelan siberojeke saxlemtir ava bike.”

Dr. Fauci, jibo pêşxistina hewlên piralî yên vaksîna COVID-19, belavkirina wê ya bo teşhîs û dermankirina nexweşîyan û vedîtina wê vaksînê li seranserî cîhanê, planên rêvebirîya Biden yên tevlêbûna bizava COVAX û ACT-Accelerator ragihand. Armanca COVAX bilezkirina vedîtin û çêkirina vaksînên COVID-19 û garantîkirina gihendina wê ya dadmendî bo her welatekî li cîhanê ye.

Rêvebirê Giştî yê WHO Ghebreyesus di twîtekê de got, “Ev jibo WHO û bijûnîya cîhanê rojeke baş e. WHO malbata hemî neteweyan e û em kêfxweş in ku Dewletên Yekbûyî di nava malbatê de dimîne.”

XS
SM
MD
LG