Accessibility links

Breaking News

Welatên Yekbûyî Dijî Gefên Îro Radibe Ser Pêyan


U.S. Secretary of State Mike Pompeo is pictured next to a statue of former U.S. President Ronald Reagan at the Liberty square (Szabadsag) in Budapest, Hungary, Feb. 11, 2019.
U.S. Secretary of State Mike Pompeo is pictured next to a statue of former U.S. President Ronald Reagan at the Liberty square (Szabadsag) in Budapest, Hungary, Feb. 11, 2019.

Îro, Welatên Yekbûyî di bin seroktîya Donald Trump de bersîng girtina pirsgrêkên ji alîyê Komara Gel ya Çînê û rejîma terorîst ya Îranê dike.

Welatên Yekbûyî Dijî Gefên Îro Radibe Ser Pêyan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:13 0:00
Direct link

Her nifşek rûbirûyê gefên bêhempa yên ji derve dibe. Di bin Serok Ronald Reagan de, Welatên Yekbûyî û hevalbendên wê bi gefa Komunîst ya ji alîyê Yekîtîya Sovyetê ve rûbirû man. Îro, Welatên Yekbûyî di bin seroktîya Donald Trump de bersîng girtina pirsgrêkên ji alîyê Komara Gel ya Çînê û rejîma terrorist ya Îranê dike.

“Sitûnên hêz û rastîyê bingehê sîyaseta Amerîkayê ye li hember gefa yekem ya cîhanê li ser azadiyê îro: Partîya Komunîst ya Çînê, " Wezîrê Derve Pompeo di axaftineke li Enstîtuya Ronald Reagan di 10ê meha Mijdarê de got:

"Me bi zelalî û berdevamî dîyar kiriye ku têkilîyên Welatên Yekbûyî û Komara Gel ya Çînê li gor îstîsnayên ku ji alîye partîyê ve hatine kifş kirin, rêve naçe, lê li gor pîvanên hêsan û bi hêz yên ku ji her netewekî xwedî armanc tê çavrê kirin ku li ser asta cîhanî rolekê bilîzin. Wateya wê ew e ku me çi gotîye hevtayên xwe yên Komara Gel ya Çînê, ji Pekînê berpirsiyarî, zelalbûn û beramberî. "

"Ew herwiha tê wê wateyê ku êdî li Deryaya Çîna Başûr îdiayên neqanûnî nabe, êdî tepeserkirin û hevkarîya karsazên Amerîkî nabe, êdî konsolosxaneyên wekî bingehê sîxuran tên bi karanîn nabe, êdî dizîna milkê entelektuelî û paşguhkirina binpêkirinên mafên bingehîn nabe," Wezîrê Derve Pompeo ragihand. "Û zordestîyên partîyê li Sîncan, Tîbet, û li deverên din nayê qebûl kirin."

Di derbarê Îranê da, kempeyna givaşa herî zêde ya Welatên Yekbûyî bi dehan mîlyar dolarên Tehran û terorîstên maşikên wan asteng kir.

Jixwe di bin rêveberîya Serok Trump de gelek serketin hene. Wezîrê Derve Pompeo dîyar kir ku: "Li Rojhilata Navîn, hêza Amerîkî cîhê rêberîyê ji paş de guhart." “Me xîlefeta DAIŞê hilweşand. Me Bexdadî û Silêmanî kuştin û me hêza xwe (ya leşkerî) ya pêşîgir jinûve ava kir."

Li deverên din yên herêmê, Welatên Yekbûyî pêşîtîyên sîyaseta xwe ya derve pêş xist. "Bi naskirina Orşelîmê ya wekî paytexta Îsraîlê û pejirandina Girên Golan wek beşek ji Îsraîlê, Welatên Yekbûyî alîkarî da tekezkirina dewleta Cihû ku jibo paşeroja herêmê navendî be,” Wezîrê Derve Pompeo got.

Daxwaza jîyana azad di hûndirê herkesî de heye. Wekî Wezîrê Derve Pompeo diyar kir, "Em wê di gelê Venezuela de dibînin ku ji rejîma hilweşîner ya Nicolas Maduro westîya ne. Em wê li Nîkaraguayê dibînin, em dibînin ku Îranî û Belarûsî hemî hesreta wê rewşa mirovî ne. "

Pêwîst e ku Welatên Yekbûyî li cîhanê jibo azadîya mirovî ya mezintir bixebite, "bi armanca netawa bawer bike, bi nirxên xwe baver bike û piştrast bike ku şêwaza jîyana xwe biparêze jiber ku em ji kûr ve girêdayî soza Amerîkayê ne."

XS
SM
MD
LG