Accessibility links

Breaking News

Amerîka jiber Gendelîyê Cezayan Datîne Ser Sê Hemwelatîyên Paraguayê


Dep. Tesoro USA
Dep. Tesoro USA

Ofîsa Kontrolkirina Sermîyanên Bîyanî li Wezareta Xezîneya Amerîka (OFAC), jiber rola wan di gendelîya li Paraguay ceza danî sê hemwelatîyên Paraguayê: Qasim Mihemed Hîcazî, Xelîl Ehmed Hîcazî û Liz Paola Doldan Gonzalez.

Amerîka ji ber Gendelîyê Cezayan Datîne Ser Sê Hevwelatîyên Paraguay
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:06 0:00
Direct link

Rêvebirîya Biden û Harris bawer dike ku dijberîya gendelîyê bo ewlekarîya niştimanî ya Amerîka berjewendîyeke serekî ye. Jibo vê yekê jî, Amerîka li dijî sûcdarên gendelîyê li seranserê cîhanê tedbîran datîne.

Jibo ferzkirina encaman li ser kesên gendel û jibo parastina sîstema darayî ya Amerîkî ji bikaranîna xirab, Ofîsa Kontrolkirina Sermîyanên Bîyanî li Wezareta Xezîneya Amerîka (OFAC), jiber rola wan di gendelîya li Paraguay ceza danî sê hemwelatîyên Paraguayê: Qasim Mihemed Hîcazî, Xelîl Ehmed Hîcazî û Liz Paola Doldan Gonzalez. OFAC herwiha pênc kiyanên girêdayî van kesan xist ber cezayan.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken got, “Amerîka pêgir e di piştgirîya hewildanên Paraguay de jibo şerê gendelîyê û piştevanîya lêpirsînkirina wan kesên ku dezgehên hikûmetê lawaz dikin.”

Qasim Mihemed Hîcazî xwedîyê rêxistina navnetewî ye jibo spîkirina pereyan ku bingeha wê li bajarê Ciudad Del Este li Paraguay e. Tora Qasim bi rêya kompanîyên sexte û peywendîyên karsazî li seranserî cîhanê dixebite, di nav de jî li Amerîka. Ew tevne bi rêya bertîlkirina karbidestên hikûmetê hatiye bihêz kirin.

Hevkarê wî Xelîl Ehmed Hîcazî jî hate cezakirin jiber ku wî alîkarî dabû Qasim di çalakîyên wî yên gendel de.

OFAC herwiha kompanîyên Espana Informatica, Emprendimeintos, Inmobiliarios Misiones S.A., Apolo Informatica S.A. û Mundo Inofrmatico ceza kir. Ev hemû kompanî ji alîyê Xelîl û Qasim ve tên kontrol kirin yan jî ew xwedîyên wan in.

Liz Paola Doldan Gonzalez yek ji alîkarên Qasim e. Di erkê xwe de wekî navbeynkar, wê bertîl dida karkerên bênderan û karbidestên gumrikê yên Paraguay bi mebesta anîn û derxistina kelûpelan. Kompanîya wê Mobile Zone International Import-Export ji alîyê OFAC ve hatiye ceza kirin.

Qasim, Xelîl û Doldan li gorî Qanûna Magnitsky ya Navnetewî bo Lêpirsîna Mafên Mirov hatine ceza kirin. Ev qanûn sûcdarên binpêkirinên mafên mirov û gendelîyê li seranserî cîhanê dike armanc.

Di encama wan cezayan de, hemû mal û milkên van kes û kiyanên cezakirî de wê werin astengkirin, çi li nav Amerîka, çi jî di nav destên kesên Amerîkî de. Herwiha, qedexe ye ku kesên Amerîkî danûstandinên darayî ligel van kesên cezakirî bikin.

Rêvebira OFAC Andrea Gacki got, “ev cezakirin li jêr programa cezayên Magnitsky nîşan didin ku em pêgir in bi şerê gendelîyê û lêpirsînkirina karbidestên ku dezgehên hikûmetê lawaz dikin. Wezareta Xezîneyê dê bi berdewamî desthilata me bikar bîne da ku rê li ber kesên nerewa û kompanîyên wan yên sexte bigire jibo zîyanê negihînin sîstema darayî ya navnetewî û gelên seranserî cîhanê ku rêzê li qanûnan digirin.”

XS
SM
MD
LG