Accessibility links

Breaking News

Amerîka Cezayan Dide Ser Seroktîya Tirkîyê ya Pîşesazîya Berevanîyê


Welatên Yekbûyî yên Amerîka cezayan dide ser seroktîya Tirkîyê ya pîşesazîyên berevanîyê (SSB) bi sedema kirîna sîstema mûşekên erd-bo-esman S-400 ji Rosoboronexport, dezgeha Rûsya ya sereke ya derfirotina çeken.

Amerîka Cezayan Dide Ser Serokatîya Tirkîyê ya Pîşesazîya Berevanîyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:31 0:00

Welatên Yekbûyî yên Amerîka cezayan dide ser seroktîya Tirkîyê ya pîşesazîyên berevanîyê (SSB) bi sedema kirîna sîstema mûşekên erd-bo-esman S-400 ji Rosoboronexport, dezgeha Rûsya ya sereke ya hinardina çeken. Ev ceza qedexeya li ser hemî erêkirin û rêdanên hinartinên nû yên Amerîka bo SSB vedihewîne, û her wiha sarkirina sermîyan û danîna bendan li ser serokê SSB Dr. Îsmaîl Demîr û sê efserên din ên SSB vedihewîne.

Mebest van cezayan ne jinavbirina şîyanên leşkerî yan rûbirûbûna amadebûna Tirkîyê yan her hevpareke din a Amerîka ye. Mebest ji wan sepandina buhayan li Rûsya ye, wek bersivdana berfehbûna çalakîyên wê yên xerab e.

Welatên Yekbûyî yên Amerîka ji Tirkîyê re zelal kir ku kirîna wê ya sîstema S-400 dê ewlekerîya kesayetî û teknolojîya leşkerî yên Amerîka têxe bin metirsîyê û piştgirîyeke mezin a darayî ji kerta berevanîya Rûsî re dabîn bike. Tirkîyê, tevî hebûna sîstemên NATO yên ku dikarin pêwîstîyên wê pêk bînin, dîsa jî S-400 kirî û test kir. Encama vê biryarê ew bû hilawêstin û berçavdayîna derxistina wê ji hevparîya cîhanî ya programa Joint Strike Fighter F-35.

Ev ceza peyameke diyar dişînin ku Welatên Yekbûyî dê rê nede girêbestên girîng li gel kertên berevanî û agahdarîya Rûsyayê.

Wezîrê derve Mike Pompeo, di daxuyanîyeke nivîskî de handerîya Turkîyê kir ku”kêşeya S-400 di zûtirîn dem de çareser bike, bi rêya hevrêzîya li gel Welatên Yekbûyî. Tirkîyê hevalbendeke nirxdar û hevpareke girîng a ewlekerîya herîmî ye ji bo Welatên Yekbûyî, û em dixwazin hevrêzîya berhemdar a kerta berevanîyê, ku dîrokeke wê ya bi dehan sal heye, berdewam bikin, bi rêya jinavbirina astenga vehewandina Tirkîyê ya S-400 di zûtirîn dema pêkan de.”

XS
SM
MD
LG