Accessibility links

Breaking News

Amerîka Dijî COVID-19 li Kelêka Hevalbenda Xwe Hîndistanê Disekine


Li Hîndistanê zêdebûna tûşbûyên û mirinên ji COVID-19ê metirsîyekê çêdike û Amerîka giheşt hawara hevalbenda xwe.

Amerîka Dijî COVID-19 li Kelêka Hevalbenda Xwe Hîndistanê Disekine
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:11 0:00

Li Hîndistanê zêdebûna tûşbûyên û mirinên ji COVID-19ê metirsîyekê çêdike û Amerîka giheşt hawara hevalbenda xwe. Ne tenê ew e ku her du welatan heftê sal in ser kêşeyên saxlemîya cîhanê pêkve dixebitin, lê comerdîya Hîndistanê bo Amerîkayê di rojên destpêka pandemîyê de dema ku nexweşxane li wî welatî tengahîyê de bûn tê bîra me û em rûmetê didin.

Di pêla piştevanîya wê ya jibo têkoşîna li dijî krîza COVID-19ê ya li Hîndistanê, hikûmeta Welatên Yekbûyî heta îro ji 100 mîlyon dolarî zêdetir alîkarî peyda kirîye. Di preskonferansa 11ê Gulanê de, Berdevkê Wezareta Derve Ned Price ragihand ku di nav şeş rojan da şeş firokên alîkarîyê ji Hîndistanê re hatine şandin:

"Di nav alîkarîyan da 20,000 dermanên remdesivîr, 1,500 tupên oksîjenê, 550 konsantreyên oksîjena mobîl, 1 mîlyon testên pişkinîna lezgîn, nêzîkî 2.5 mîlyon maskên N-95, gelek sîstema portatîf ya konsantreya oksîjenê û gelek tiştên din hene. Herwiha, USAID demûdest dirav peyda kir ku 1,000 konsantreyên oksîjena mobîl ya xwecihî werin kirîn.

Jibo zêdekirina hevkarîyê, Welatên Yekbûyî di heman demê de bi takekesên xwêrxaz, sektora taybet û rêxistinên nehikûmî re ji nêzîk ve dixebite. Berdevk Price dîyar kir ku sektora taybet soz daye ku heta nûke 400 mîlyon dolaran wek alîkarî ji Hîndistanê re pêşkêş bike, ew jî bizavek e ku hikûmeta Amerîka pir pê dilxweş e.

Jibo piştgirîya bersîvdana cîhanî ya bidawîkirina pandemîyê, şêwirmendê Tîma Bersîvdana COVID-19ê ya Qesira Sipî Andrew Slavitt got ku Amerîka li bijareyan dinêre ku dema derzîyên ewle û bibandor berdest bin, wan bi welatên din re parve bike.

Rêvebirîya Biden-Harris bi parastina milkên ramyarî baver dike, lê di xizmeta bidawîkirina vê pandemîyê de, Amerîka di heman demê de piştgirî dide rakirina parastina milkê ramyarî -ya jibo vaksînên COVID-19ê ya di bin Rêxistina Bazirganîya Cîhanî de.

Amerîka di şerê vê pêla dawîyê ya tûşbûyên COVID-19ê de li kelêka Hîndistanê disekine û ewê bi karbidestên Hîndî û pisporên bijîşkî re ji nêzîk ve xebatên xwe bidomîne ku bikaribe bersîvdana kêşeyên nû yên di vê krîza berdewam de bide.

Wekî Berdevk Price dibêje, pabendîya Amerîka ya jibo alîkarîya Hîndistanê pabendbûna Serok Biden nîşan dide ku Amerîka "dema ku dor tê alîkarîya mirovî û saxlemîya giştî ya cîhanê dê berdevam pêşengîyê bike."

XS
SM
MD
LG