Accessibility links

Breaking News

Dengê Amerîka 79 Salî Ye


Di destpêka rojên tarî yên Cengê Cîhanê yê duyê de Hikûmeta Welatên Yekbûyî yên Amerîka biryar da ku pêwîstî heye li dijî propagandaya Nazî sazîya xwe ya ragihandinê damezirîne da ku nûçe û agahîyên rast û bêalî pêşkêş bike.

Dengê Amerîka 79 Salî Ye
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:27 0:00

Di destpêka rojên tarî yên Cengê Cîhanê yê Duyê de Hikûmeta Welatên Yekbûyî yên Amerîka biryar da ku pêwîstî heye li dijî propagandaya Nazî sazîya xwe ya ragihandinê damezirîne da ku nûçe û agahîyên rast û bêalî pêşkêş bike.

Di 24ê Sibatê da, Dengê Amerîka salvegera 79an ya weşana xwe ya yekê pîroz dike.

Di destpêka rojên tarî yên Cengê Cîhanê yê Duyê da Hikûmeta Welatên Yekbûyî biryar da ku pêwîstî heye li dijî propagandaya Nazî sazîya xwe ya ragihandinê damezirîne da ku nûçe û agahîyên rast û bêalî pêşkêş bike. Bi vî rengî Dengê Amerîka di 1ê Sibata 1942ê da hate damezirandin û bernameya xwe ya yekê ya 15 deqeyî di 24ê Sibatê da bi Almanî weşand.

“Hier spricht die Stimme Amerika. Heute, und taeglich von Heute an... Ew deng ji Amerîka digiheje we. Rojane di vê demê da em dê derbarê Amerîka û cengê da bo we biaxifin. Dibe ku nûçe baş yan xirab bin. Em dê rastîyê ji we re bibêjîn.

Ji destpêkê de, Dengê Amerîka hewil da ku pencereyeke ser jîyana Amerîkî veke. Bi rastî, wek ji alîyê qanûnê ve tê xwestin, divê Dengê Amerîka nûçeyên rast, objektîf û berfireh; pêşnîyareke hevseng û berfireh ya raman û sazîyên girîng yên Amerîkî; herwiha rêbazên Welatên Yekbûyî yên Amerîka pêşkêş bike.

Karê Dengê Amerîka ye "ku çîroka Amerîka bo çar alîyê cîhanê bibêje," Serok John Kennedy di salvegera 20an ya Dengê Amerîka da got:

“Ev karekî gelek zehmet û hesas e. Ji alîyekî ve hûn milê Hikûmetê ne û jiber vê yekê hûn milê Netewî ne û karê we ye ku hun çîroka me bo çar alîyê cîhanê bibêjin, bi rengekî ku herî baş xizmeta nûnertîya demokrasî û Welatên Yekbûyî bike. Lê bi alîyekî din ve, wekî beşek ji doza azadiyê û milê azadîyê, hun divê çîroka me bi awayekî rast bibêjin, jibo vê jî, wekî Oliver Cromwell li ser wêneya xwe got, "Wêneya me bi hemû deq û kêmahîyan ve çêbikin, hemî tiştên di derbarê me da ku dibe ew demûdest gelek balkêş nebin. "

"Pêşve... Pêşve... .40 pêngavan jêrî, 2 û nîv.... hinek toz radibe..."

Bi wî rengî, mirovên li seranserê cîhanê bûyerên mezin yên sedsalê ji Dengê Amerîka bihîstin, di nav wan da rekoreke 615 mîlyon mirovan guhdarîya çûna ser banê heyvê kirin di 20ê Tîrmeha 1969an da.

"Ev der bingeha aramî ye. Eagle nişîya. . . "

Wekî ku Wezareta Derve di twîtekê da di 1ê Sibata 2021an da got, "Di dema weşana xwe ya yekê de Dengê Amerîka wiha ji guhdaran re got: 'Dibe ku nûçe baş yan xirab bin. Em dê rastîyê bo we bibêjin. ’Ji wê weşanê heta îro, Dengê Amerîka jibo piştgirîya azadî û demokrasîyê bi mirovên li seranserê cîhanê kete têkîlîyê, ew agahdar kirin û gihandine hevdu.

XS
SM
MD
LG