Piralîbûn hêşta jî jibo çareserîya kêşeyên mezin yên cîhanê rêya herî çêtir e, lê jibo serketina wê sîstemê, pêdivî ye hemî welat pêgira wê bin û bo serfirazîya wê bixebitin.
Piştî Cengê Cîhanê yê Duyê, neteweyên herî bi hêz yên cîhanê têgihiştin ku serketina netewên din bo serketina wan bixwe girîng bû. Jiber vê yekê, wekî endamên Neteweyên Yekbûyî ku hîngê nû hatibû damezirandin, wan jibo pêşîgirtina pevçûnan û sivikkirina êşên mirovan hinek prensîb qebûl kirin ku rêzê li mafên mirovan bigirin û wan biparêzin û dîyalogeke berdevam geş bikin ku sîstemeke sûdê dide hemî mirovan, Wezîrê Derve Antony Blinken di axaftina xwe ya li Civata Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî di 7ê Gulanê de got.
Lê, "Niha, hinek kes dipirsin ka hevkarîya piralî hêşta jî pêkan e," Wezîrê Derve Blinken got. Dîsa jî, "Piralîbûn jibo çareserîya kêşeyên mezin yên cîhanê hîn rêya herî baş e.”
Lê, jibo serketina wê sîstemê, pêdivî ye hemî welat pêgira wê bin û bo serfirazîya wê bixebitin.
Wezîrê Derve Blinken got: "Sê rê hene ku em bikarin wê bikin."
"Pêşî, divê hemî endam pabendîyên xwe bi cîh bînin – bi taybetî yên ku bi qanûnê ve girêdayî ne. Di nav wan da Rêziknameya Neteweyên Yekbûyî, peyman û girêbest, biryarên Civata Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî, qanûna mirovî ya navnetewî û rêbaz û pîvanên di bin banê Rêxistina Bazirganîya Cîhanî û rêxistinên din ku pîvanên navnetewî datînin de hatine pejirandin, hene."
Ya duyê, divê mafên mirovan û rûmeta mirovan di bingehê nîzama navnetewî de bimîne.
Ya sêyê, divê hemî netew qebûl bikin ku Neteweyên Yekbûyî li ser bingeha serwerîya wekhev ya dewletên endam ava bûye.
"Dema dewletek bixwaze sînorên dewleteke din jinûve xêz bike, ew rêzê ji wê pîvanê nagire; yan bixwaze kêşeyên herêmî bi karanîn yan jî gefa karanîna dare zorê çareser bike; yan jî dema ku dewletek îdia dike ku ew xwedî maf e ku bi dîktekirin yan bi zorê bandorê li bijare û biryarên welatekî din bike. Û dema dewletek bi agahîyên nerast yan jî bi çeka gendelîyê yeke din armanc digire, bêrêzîya wê pîvanê dike, hilbijartinên adil û azad yên welatên din û sazîyên demokratîk lawaz dike, yan jî dema li derveyî welat dikebe pêy rojnamevan û dijberan wan pîvanan binpê dike.
Di dawîyê de, "têrê nake ku em tenê nîzama xw eya heyî li ser bingeha rê û rebazên heyî biparêzin. Divê em wê baştir bikin û pêşve bibin.”
"Di damezirandina Neteweyên Yekbûyî de, Serokê wê demê Harry Truman got," Ev Rêziknameya ne karê tenê netewekê yan jî komeke netewên mezin yan biçûk bû. Ew encama rihê danûstendinan, xweşdîtina bo nêrîn û berjewendiyên hemî alîyan bû,” Wezîrê Derve Blinken got. "Îsbat bû ku hemî dewlet dikarin cûdabirîyên xwe dîyar bikin, rûbirûyê wan bibin û bingehên hevpar peyda bikin ku li ser bisekinin."