Accessibility links

Breaking News

Zêdekirina Toleyên Dijî Sûrîyê


Wezaretên Derve û Xezîya Amerîka ceza û dorgirtin sepandin ser 19 kesayetî û sazîyan li gora Qanûna Qeyser a Parastina Sivîlan ya 2019an.

Zêdekirina Toleyên Dijî Sûrîyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:39 0:00
Direct link

Wêneyên mêr, jin û zarokên kuştî û birîndar li Douma, Sûrîyê, piştî ku rejîma Esed, bi piştgirîya Iran û Rûsya, di sala 2015 de, çend caran mûşek avêtin bazarê qerebalix, bi dilêşin.

Di êrîşa 30-ê Çirîya Pêşîn de, 70 sivîl hatin kuştin û 500 ên din birîndar bûn. Ew bîranînên trajîk yên şerê Beşar el-Esed in li dijî gelê Sûrî ku di neh sal û nîvên wî şerî de bêtirî 500,000 kesan hatine kuştin.

Ji bo bîranîna qurbaniyên Douma û karên dî yên hovane yên rejîma Esed, di 9ê Çiriya Paşîn de, Wezaretên Derve û Xezîya Amerîka ceza û dorgirtin sepandin ser 19 kesayetî û sazîyan li gora Qanûna Qeyser a Parastina Sivîlan ya 2019an.

Wezareta Derve ya Amerîkî ceza û dorgirtin danîn ser Hêzên Berevaniya Niştimanî, ew milîtanên ser bi Iranê yên alîgirên Esed in û yek ji fermandarên wê, Saqr Rostrom bi tawana hewldanên astengkirina agirbestekê li Sûriyê.

Ofîsa Karûbarê Derveyî ya Wezareta Xezîneya Amerîkî OFAC kiryar li dijî karbidestên leşkerê Sûrî, endamên Perlemana Sûrî, saziyên Hikûmeta Sûrî destpêkirin û li dijî kesayetiyên Sûrî û Lubnanî yên ku hewil didin sazkariya nefta Esed vejînin ve.

Her wek Wezîrê Derve Mike Pompeo di daxuyaniyekê de diyar kirî, "Cezayên Rêveberiyê diyar dikin ka çendê rejîma Esed saziyên Surî xistine nava gendeliyê." Wezîrê Xezîneyê Steven Mnuchin jî tekez kir ku Wezareta Xezîneyê "rijde fişarên aborî li ser rejîma Esed bi domîne û her wisa li ser alîgirên wê ji ber tepeserkirinên ji aliyê rêjîmê ve tên encamdan."

Gava ku her kesek bazirganiyê bi 19 kesayetî û saziyên destnîşankirî re bike, bi xwe dê be armanca cezakirinê, Wezîrê Derve Pompeo eşkere kir ku çalakiyên bazirganî yên têkildar bi rewşa mirovanî ve nabin armanca wan cezayan, û hukumeta Amerîkî dê dabînkirina arîkariyên mirovî ji gelê Sûrî re, bi domîne.

Wezîrê Derve Pompeo got, Amerîka "li ser sozên xwe ye ku bersîva daxwazên gelê Sûrî bide jibo çareseriyek siyasî ji şer re li gorî biryara 2254 ya Encumenê Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî. Ji bo vê armancê, em piştgiriya banga Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Geir Pedersen dikin ji bo agirbestek li seranserî welatî, azad kirina zîndanî û girtiyên siyasî, dariştina destûrek nû, û her weha encamdana hilbijartinên azad û rewa bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî.

Wezîr Pompeo got: "Yek bijare li pêş rejîma Esed e," ew jî gavên berpisyar ber bi çareserkirina aştîyane ya şerê dehsalî bavêje an jî dê rûbirûyê cizayên dahatî yên xurtir bibe. "

XS
SM
MD
LG