Accessibility links

Breaking News

Jibo Têkbirina Terorîzmê Divê Cîhan Yekgirtî Be


Yek ji bûyerên dawîn yên ku ji alîyê NY ve hatî destnîşan kirin ew e ku ji sedî 320 zêdebûneka tûndûtîjîya nijadî yan jî etnîkî heye, digel girêdanên nû yên navnetewî di navbera koman de.

Cîhan jibo Têkbirina Terorîzmê Divê Yekgirtî Be
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:02 0:00
Direct link

Li gor Neteweyên Yekbûyî, metirsîya cîhanî ya terorîzmê zêde dibe, û ew ji her demê bêtir belav dibe. Jibo têkbirina wê rêbazek yekkgirtî û nûjen pêwîst e.

Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Sîyasî Victoria Nuland got: “Sala borî, cîhan li 65 welatan rûbirûyê zêdetirî 8,000 bûyerên terorîstî bû, ku zêdetirî 23,000 kes hatin kuştin.

“Êrîşên dawî yên li çaralîyê cîhanê – bombekirina qereqoleke polîsan li Endonezyayê, hewldana derbeyê ya li Almanya û bûyerên nefretê yên li vir li welatê me – tîne bîra me ku tu welatek tune ku ji vê metirsîyê parastî ye, û ew yek ji alîyê kesî ji me bi tena serê xwe anjî ji alîyê ti hêzek herêmî ve nayê têkbirin. Divê em hemû bi hev re bixebitin.

Divê em van pirsgirêkan bi hev re çareser bikin - ji cîhên ku bo kontrola terorîstan vekirî û cîhên nayên rêvebirin, şert û mercên bêçare yên bo wergirtina terorîstan kêrhatî, çavkanîyên darayî yên ne qanûnî û heta îdeolojîyên şaş yên ser înternetê û ser sînoran belav dibin.

Yek ji bûyerên dawîn yên ku ji alîyê NY ve hatî destnîşan kirin ew e ku ji sedî 320 zêdebûneka tûndûtîjîya nijadî yan jî etnîkî heye, digel girêdanên nû yên navnetewî di navbera koman de.

"Ev îdeolojî, ku di bingehê vê de nefreta bîyanîyan, nijadperestî, dijîsemîtîzm, û her cûreyên bêtehemûlîyê heye, sedemek hevpar li înternetê peyda kiriye û endamên nû bi rêya medyaya civakî ya cîhêreng têne wergirtin, û bi wêneyên sexte û destçêkirî zû agahîyên şaş û nefretê belav dikin.

Alîkara Wezîr Victoria Nuland got, "Jiber vê yekê girîng e ku em li ser kanînên xwe yên hevpar ava bikin ku em van metirsîyên nû baştir destnîşan bikin, van kêm bikin û bersîva van bidin." "Jibo ku bi rastî bibandor be, pêdivî ye ku dijîtîya-terorîzmê bi hewildanên tevahîya hikûmetê û tevahîya civakê pêk were."

"Divê em rêvebirîya baş, rêzgirtina mafên mirovan, gihîştina perwerdeyê, lênêrîna tendirustî û derfetên aborî mezin bikin û pêşve bibin. Divê em piştgirî bidin hikûmetan û kanînên wan yê pêşkêşkirinê jibo welatîyên xwe. Ev kilîla şikandina çerxa tûndûtîjîyê ye. Jiber vê yekê em balê dikişînin ser pêkanîna çarçoweya heyî ya xurt û gerdûnî li dijî-terorê, ku bi giranî li ser rêbaza tevahîya civakê ye."

Cîgira wezîrî Nuland got Hemî "armancên me yên hevpar jiber gefên berfireh yên terorê ketine metirsîyê,". "Û berovajî vê yekê jî rast e, heke em bikarin li hember van armancan pêşkeftinê bi dest bixin, em qiravkên ku tê de têrorîzm lê dijî û geş dibe hişk dikin."

“Em ji civaka navneteweyî daxwaz dikin ku jibo çareserkirina belaya terorê bibin yek. Divê em encamên têkçûnê qebûl nekin.”

XS
SM
MD
LG