Accessibility links

Breaking News

Amerîka û Welatên G-7 Dijî Keda bi Zorê, Gefên Sîber û Gendelîyê Derdikevin


Serok Joe Biden û rêberên gruba demokrasîyên ku wekî welatên G7 têne zanîn, pabendîya xwe dîyar kirin bo çareserkirina xebata bi zorê di zincîra peydakirina berheman ya cîhanî de, gefên fîdye xwestina bernameyên kompîteran û gendelîyê.

Amerîka û Welatên G-7 Dijî Keda bi Zorê, Gefên Sîber û Gendelîyê Derdikevin
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:31 0:00
Direct link

Serok Joe Biden û rêberên gruba demokrasîyên ku wekî welatên G7 têne zanîn, pabendîya xwe dîyar kirin bo çareserkirina xebata bi zorê di zincîra peydakirina berheman ya cîhanî de, gefên fîdye xwestina bernameyên kompîteran û gendelîyê.

Welatên Yekbûyî yên Amerîka û hevparên wê yên G7, jiber karînana hemî cûreyên xebata bi zorê di zincîra peydakirina cîhanî de, di nav wan de xebata bi zorê ya bi piştgirîya dewletan ya dijî grubên bêparastin yên wekî Uygur û kêmanîyên din yên etnîkî û olî li Sîncanê, Çînê. Sektorên wekî çandinî, tava rojê û ya çêkirina cilan li Sîncanê zincîra peydakirina berheman ya cîhanî de warên serekî ne. Serok li ser girîngîya parastina mafên mirovan pêk hatin û soz dan ku mirovan ji xebata bi dara zorê biparêzin.

Wekî din, welatên G7 pabend in ku pêkve ser gefên torên fîdye xwestina bernameyên kompîteran rawestin. Êrîşên sîberî bandor li gelek endamên G7 û binesazîya girîng ya netewên din, fîrmayên hilberîn û elektronîk û nexweşxaneyan kiriye. Kompanîyên navnetewî yên tawanên sîberî bandorê binesazî, diravên xeyalî û torên paqijkirina diravan dike û li seranserê cîhanê qurbanîyan dikin armanc. Divê hem hikûmet û hem jî sektora taybet pêkve bixebitin ku binesazîya girîng li hember vê gefê xurt bikin.

Ji bilî vê, divê ser çalakîyên sîberî yên xirab lêpirsîn pêk werin û kesên berpirs werin darizandin û parastina berevanîya hevbeş ya sîberî were ava kirin. Dîsa, divê her dewlet kiryarên tawankar yên nav sînorên xwe çareser bike.

Di heman demê de, welatên G7 hevbîr bûn ku bo têkoşîna dijî gendelîyê çalakîyeke hevbeş bikin. Serok Biden vê dawîyê hewildanên sekinandina gendelîyê wekî berjewendîyeke bingehîn ya netewî ya Amerîkayê bi nav kir û Belgeya Lêkolîna Ewlehîya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Gendelîyê weşand ku wê xebata girîng pêşve bibe. Gendelî bawerîya gel dişkîne; karîgerîya hikûmetê kêmtir dike; çavkanîyên netewî pûç dike; û bingehên civakên demokratîk xirab dike. Wekî din, gendelî bi lêçûnên mezin, aborîyê lawaz dike û neheqîyeke mezin li hemwlatîyan dike.

Welatên Yekbûyî, digel hevkarên xwe yên welatên G7 dê li dijî xirab karînana kompanîyên dereîparavan raweste, dê karînên aktorên xirab yên bi kirîna axê û avahîyan diravên qirêj paqij dikin sînordar bike. Ewê parvekirina agahîyên têkildarê gendelîyê baştir bike û di warê alîkarîya derveyî de reforman pêk bîne û pêşitîyê bide bizavên dijî gendelîyê. Amerîka pêşwazîya pabendîya welatên G7 dike ku di şerê dijî gendelîyê de çalakîyeke hevbeş dikin.

Wekî serok Biden got, "Amerîka, digel netewên ku nirxên me yên herî girîng parve dikin, vegerîyaye ser xebatên pêşengîya cîhanê."

XS
SM
MD
LG