Accessibility links

Breaking News

Amerîka Peymanên Penaberî yên Amerîkaya Navîn Dicemidîne


Welatên Yekbûyî Peymanên Hevkarîya Penaberîyê yên digel hikûmetên El Salvador, Guatemala, û Hondurasê helavîsandîye û proseya rawestandina wê destpê kiriye.

Amerîka Peymanên Penaxwazî yên Amerîkaya Navîn Dicemidîne
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:00 0:00

Welatên Yekbûyî Peymanên Hevkarîya Penaberîyê yên digel hikûmetên El Salvador, Guatemala, û Hondurasê helavîsandîye û prosesa rawestandina wê destpê kiriye wek gava yekem ser rêya hevalbendî û hevkarîyeke mezintir li herêmê ku ji alîyê Serok Joe Biden ve hatîye darêştin.

Peymana ku di sala 2019an da digel Guatemala hate îmza kirin, destûr da Welatên Yekbûyî ku penaberên ji El Salvador û Hondurasê yên sînorê başûrê Welatên Yekbûyî derbaz kirine bişîne Guatemala ku pêşî li vê derê serlêdana parastinê bikin. Peymanên bi wî rengî digel El Salvador û Hondurasê jî hatin îmza kirin, lê nehatin bicîhanîn.

Armanca Fermana Seroktîyê ya 2yê Sibatê ev e ku çarçoveyeke herêmî ya berfireh biafrîne ku sedemên koçberîyê çareser bike, koçberîyê li seranserê Amerîkaya Bakur û Navîn bi rê ve bibe û proseyeke ewle û rêkûpêk ji penaberan li ser sînorê Amerîka re peyda bike.

Wezîrê Derve Antony Blinken di daxuyanîyekê de got, " bi zelalî, ew kiryar nayên wê wateyê ku sînorê Welatên Yekbûyî vekirî ye. Dema ku em liv ê dêre û li herêmê pabendî firehkirina rêyên qanûnî yên parastin û derfetê ne, Welatên Yekbûyî welatekî xwediyê sînor û qanûnan e ku divê werin cîhanîn. " Wî bi berdewamî got, "Em di heman demê de pabendî dabînkirina proseyek ewle û rêkûpêk in, jibo hemû kesên ku digihejin ser sînorê me, lê yên ku hewil didin ku bêserûber koç bikin, dibe ku di rêwîtîyeke pir xeternak de xwe û malbatên xwe dixin metirsîyê."

Rêvebirîya Biden bawer dike ku rêyên baştir hene ku digel hikûmetên hevkar bixebitin da ku koçberîya li herêmê bi rê ve bibin. Welatên Yekbûyî dê têkilîyên xwe yên xurt pêşve bibe û dê piştgirî bide hewlên van hikûmetan ku koçberîya bi darê zorê çareser bike, bêyî ku barê wan giran bike, bi taybetî dema ku ew ji pandemîya COVID-19ê rêyên qencbûnê digerin.

Wezîrê Derve Blinken got "Nêzîktîya me ya bo peydadabînkirina desteka planên wan yên çalakîya netewî di bin Çarçova Parastina Herêmî û Çareserîya Berfireh da digel hevkarên mirovî yên navnetewî."

Welatên Yekbûyî pabend e bi çareserkirina sedemên bingehîn yên ji cîh derxistina bi zorê û koçberîya bêserûber, di nav de bi tekoşîna gendelî û bêceza hiştinê, berdevamîya erkên xwe yên parastina penaberan û xebata digel hevkaran jibo pêşxistina derfet û zengînîyê jibo mirov û civakên li seranserê herêmê.

XS
SM
MD
LG